03:16 23 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê - leşkerên tirk

    YPG: Me 18 leşkerên tirk û çekdarê girêdayî wan kuşt

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Hat ragihandin ku şervanên YPGê li gundê Xalta yê girêdayî bajarê Efrînê erebeyeke doçka li ser barkirî îmha kirin û di şerê ku li herêmê qewimî de, 18 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên komên girêdayê wan kuştine

    Operasyona leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê di roja 50mîn de bi hemû dijawariya xwe dewam dike. Li gorî ragihandina medyaya nêzî YPGê, di şerê îro ya li gundê Xalta yê girêdayî bajarê Efrînê erebeyeke doçka li ser barkirî jinav birin û di encama şerê ku li herêmê qewimî de, 18 leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê hatine kuştin.

    Ji aliyê din ve Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî got di êrişê bo ser Efrînê de heta niha 3213 şervanên YPG/HSD cane xwe ji dest dane.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Dinya li Xûtaya Rojhilatî dinere û sivîl li Efrînê tên serjêkirin'
    Rewşa dawî ya şerê Efrînê û navçeyên ku şer li wan diqewime
    YPJ: Balafirên Tirkiyeyê derdora bajarê Efrînê bombebaran dikin
    'Şerê li Efrînê li dijî prensîpên NATOyê ye'
    Ji bo Efrînê banga liv û tevgera lezgîn ji OHCHRyê hat kirin
    Etîketan:
    kuştin, leşker, YPG, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de