22:00 19 Nîsan 2018
    YPG - HSD Kurdên Sûriyê

    Rewşa dawî ya şerê Efrînê û navçeyên ku şer li wan diqewime

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 04

    Li sê navçeyên Cindirês, Bilbil û Şerayê yên Efrînê şerê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên girêdayî wê de dijwar dibe.

    Li gor çavkaniyên ji herêmê û ANHAyê, li eniya Cindirês ku Artêşa Tirkiyeyê kontrolkirina wê ragihandibû, li gundên Kanî Gewrikê, Kefer Zîtê û Qurbê şerekî giran di navbera şervanên YPGê û hêzên Tirkiyeyê de diqewime.

    Li eniya Şera gundên Kefer Romê û Qurtqulaqê jî dîsan şer heye lê heta niha derbarê qurbaniyên şer û pevçûnan de ji aliyê her du aliyan ve ti agahî nehatine belavkirin.

    Li gor heman çavkaniyan, li gundên Berkaşê, Qaşa, Bîbeka û Qota yên Bilbilê jî şer û pevçûn hene û hat ragihandin ku topxane û balafirên şer ên Tirkiyeyê navçeyên derdora Efrînê topbaran û bordûman dikin.

    Lê gor amarên dawî yên Tendirûstiya Efrînê, ji destpêka operasyona Efrînê (20ê Çileya 2018) ve 219 sivîlan canê xwe ji dest dane, 657 sivîl birîndar bûne û herwiha 68 hezar kes jî koçber bûne.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    YPJ: Balafirên Tirkiyeyê derdora bajarê Efrînê bombebaran dikin
    'Şerê li Efrînê li dijî prensîpên NATOyê ye'
    Ji bo Efrînê banga liv û tevgera lezgîn ji OHCHRyê hat kirin
    'Erdogan ji bo pirsgirekên navxweyî operasyona Efrînê da destpêkirin'
    'Fermandarekî payebilind ê ASAyê li Efrînê hat kuştin'
    Etîketan:
    YPG, tirk, şer, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de