07:43 20 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat - Korîdora Mirovî

    Rûsya: Helmeta alîkariya mirovî ya Xûtaya Rojhilat bi serkeftî hat encamdan

    © REUTERS / Suriye Kızılayı
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarê Navenda Şopandina Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê, Vladimîr Zolotuhîn ragihand ku helmeta alîkariyên mirovî ya Xûtaya Rojhilat bi awayekî serkeftî hatiye temamkirin.

    Zolotuhîn da zanîn ku karwana alîkariyên mirovî ya dezgehên navdewletî vegeriyaye xala kontrolê ya Muhayyam el Vafedînê û helmeta alîkariyê bi awayê serkeftî encam daye.

    Zolotuhin wiha axivî: "Kampanya bi awayekî serkeftî encam da. Navenda me hişt ku bi awayekî ewle karwan derbas bibe. Karwana alîkariyê bêyî ti pirsgirêkan vegeriya xala kontrolê ya Muhayyam el Vafedînê."

    Beriya niha milîtanên Fetih el Şam (bi navê berê Cebheya El Nusra) bi êrîşên ser karwanên alîkariyê nehiştibû alîkarî bo sivîlên herêmê bê gihandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Japonyayê di salekê de zêdetirî 35 milyon dolar pere li erdê hat dîtin
    Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn
    Amerîka: Noqavên me dikarin Rûsyayê ji nav bibin
    Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
    ‘Dema ku tevî malbata xwe me ji Xûtayê baz da milîtanan gule reşandine ser me'
    Li Izmîrê ji ber parvekirinên medyaya civakî 7 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Xûtaya Rojhilat, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de