10:25 23 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

    'Fermandarekî payebilind ê ASAyê li Efrînê hat kuştin'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 80

    Hat îdîakirin ku fermandarekî payebilind ê Artêşa Azad a ku li gel Artêşa Tirkiyeyê li Cindirêsa Efrînê li dijî hêzên kurdî yên YPGê şer dike di pevçûnan de hatiye kuştin.

    Li gorî medyaya sûrî û hesabên medyaya civakî yên nêzîkî dijberiya Sûriyeyê, "Fermandarê Feyleqa Yekem a Artêşa Niştimanî(navê nû yên komên Artêşa Sûriyeya Azad a ku Tirikiye piştgiriya wê dike) Serpel Wail el Mûse di pevçûnê  navbera wan koman û YPGê de hatiye kuştin."

    Herwiha peyamnêra malpera Enib Beledî ya sûrî, El-Mûse yek ji fermandarên berbiçav ên Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) ye û beşdarî operasyona li dijî Cindirêsa Efrînê bûbû.

    Ji aliyê din ve, li gorî heman malperê, "Artêşa Niştimanî ya ku vê dawiyê li bakurê Helebê hatiye damezirandin ji sê feyleqan pêk tê û sê fermandarên wan hene ku Wail el Mûse yek ji wan sê fermandaran e."

     

    Etîketan:
    Artêşa Niştimanî, ASA, YPG, Cindirês, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de