02:27 25 Gulan 2018
    Xûtaya Rojhilat

    Rûsya: Milîtanan li Xûtaya Rojhilat êrîşê noqteya kontrolê kir

    © AFP 2018 /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji rayedarên navenda rêkeftina aliyan ya Rûsyayê li Sûriyeyê Tumgeneral Vladimir Zolotuhin got, milîtanan bi çekên balafirşikên êrîşê noqteya kontrole ya li navçeya Muhayyam el Vafedin ya Xûtaya Rojhilat kir.

    Zolotuhin got, "Nîv saetê piştî girtina korîdora mirovî ya li Xûtaya Rojhilat ji aliye milîtanan ve li dijî noqteya kontrolê êrîş hat pêkanîn. Li gorî zanyariyên pêşîn êrîş bi çekên balafirşikên hatiye lidarxistin. Di encama bûyerê de ti kuştî an jî birîndar tune ne."

    Li gorî ragihandina Zolotuhinê li herêma ku rastî êrîşê hat, leşkerên sûriyeyî, nûnerên leşkerî ya rûsî, rojnamegerên rûsî û biyanî jî di nav de bi sedan kes amade bûn ku konvoya alîkariyê ya mirovî pêşwazî bikin.

    Di vê navberê de li gorî nîrxandinên leşkerên sûriyeyî êrîş, bi çekên balafirşikên yên xwediyê kalîbreya bilind hatiye pêkanîn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Alîkariyên mirovî bo Xûtaya Rojhilat ji ber êrişên milîtanan hatin taloqkirin
    Kampa Ed-Duer amade ye koçberên Xûtaya Rojhilat pêşwazî bike
    ‘Artêşa Sûriyeyê bi pêşdeçûna xwe ya li Xûtaya Rojhilat berdewam kir'
    Rûsya: Îdiayên rastlêhatî lêdana Xûtaya Rojhilat ji aliyê Sûriyeyê ve bêbingeh in
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat ji milîtanan re korîdora mirovî vekir
    El Nûsrayê li Xûtaya Rojhilat êrîşî karwana alîkariya mirovî kir
    Etîketan:
    Rayedarê navenda rêkeftina aliyan ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Vladimir Zolotuhin, Xûtaya Rojhilat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de