06:30 27 Gulan 2018
Operasyona Efrînê

Rewşa dawî ya şerê Efrînê û cihên ku şer li wan diqiwimin

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 0 0

Şer û pevçûnên di navbera çekdarên YPGê û Artêşa Tirkiyeyê, komên çekdar ên girêdayê wan bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li herêmên

Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de operasyona leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin. Herwiha herêmên Efrînê ji destpêka operasyonê heta niha bi bi dijwarî ji aliyên balafirên şer tên bombardûmakirin û ji aliyê topxanyên tirk ve tên topbarankirin û li gelek deveran şerên dijwar di navbera şervanên YPGê û leşkerên tirk, komên girêdayî wan rû didin. Herêmên ku niha şer lê diweqimin win ne:

ŞERA

Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên YPG/YPJê li gundê Mezraha yê girêdayî navçeya Şera li dijî leşkerên Tirkiye û komên girêdayî wan operasyon pêk anîne û di encamê de jî kuştî û birîndarên wan çêbûne.

Herwiha topxaneya Artêşa Tirkiyeyê gundê Meyremîn bi obusan topbaran dikin. Hate eşkerekirin ku balafirên şer jî bombebaran li gund pêk anîne.

BILBIL

Hat diyarkirin ku şerên dijwar li gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê rû didin. Herwiha balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê bi dijwarî herêma Bibilê bombardûman dikin.

Li derdora gundên Bîkê ya navçeya Bilbilê, şerê di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyeyê jî berdewam e.

Balafirên şer ên artêşa Tirk derdora gundê Sariya yê navçeya Bilbilê bombebaran dike.

CINDIRÊS

Li derdora Girê Qaziliqe û gundê Kefersefr ên herêma Cindirêsê şerekî dijwar di navbera şervanên YPG/YPJê û artêşa Tirkiye û komên girêdayî wan de diqewimin û di heman demê de, balafirên şer ên artêşa tirk herêmên navborî bombebaran dike. Herwiha Artêşa Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke îdia kiribû ku navenda Cindirêsê kontrol kirine, lê YPGê ev îdia derewandibû û eşkere kiribû ku şerê kolanan li navçeyê dewam dike.

Li gundê Kefer Sefrê yê herêma Cindirêsê şer dijwar di navbera şervanên YPG/YPJê û leşkerên artêşa tirk û komên girêdayê wan rû dide.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Tirkiyeyê: Kengî pêwîst bibe, operasyon dê li 'bakurê Iraqê' pêk were
Temelli: Li Tirkiyê zilm heye, werin bi Newrozê em bi yek bin
Hat îdiakirin ku Interpolê dosyeya Salih Muslim û hin kesên din rawestandiye
Generalê amerîkî: Hevpeymaniya bi Tirkiyê re û ‘şirîkatiya kurdan’ fikrekî dide
Washington û Enqere li ser Sûriyeyê civiyan: Mijara Efrînê ne surprîz e
Etîketan:
tirk, şer, YPG, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de