09:45 20 Nîsan 2018
    Efrîn Eivil

    Fermandarê YPGê: Tirkiye li Efrînê çekên NATOyê bi kar tîne

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Operasyona Artêşa Tirkiyê ya li dijê Efrînê ket roja 47an. Li herêma Cindirêsê di navbera şervanên YPGê û Artêşa Tirkiyeyê, komên çekdar ên girêdayê wan de şer bi hemû dijwariya xwe didome. Serokê Parastina Efrînê Behçet Ebdo di derbarê geşedanên dawî de ji Spûtnîkê re axivî. Ebdo destnîşan kir ku Tirkiye bi çekên NATOyê êrişê wan dike.

    Hikmet Durgun

    Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di roja xwe ya 47mîn de bi hemû  dijawariya xwe dewam dike. Serokê Parastina Efrînê Behçet Ebdo li ser rewşa dawî ya şerê Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku şer bi dijwarî dewam dike û Artêşa Tirkiyeyê bi çekên NATOyê êrişî wan dike û got: "Tirkiye bi helîkopterên Appachi û Skorsky êrişan dike. 16 balefirên Tirkiyê hertim li ser Efrînê digerin û bombebaran dikin û bi navgînên bêmirov 24 saetan keşifan dikin.

    'ŞERWANÊN ME BERSIVÊN TUND DIDIN'

    Serokê Parastina Efrînê Behçet Ebdo di berdewamiya axaftina xwe de got ku "şervanên me bersivên gelek tund didin van êrişan û li gelek cihan operasyonên taybet li ser leşkerên tirk pêk tînin. Li gundên wek Seran, Erante, û Enkanleyê şervanên me operasyonên taybet kirin. Hinek gundên ku ketibûn destê wan şervanên me cardin ji wan stendin.

    'JI REQA Û DEYR ZORÊ ŞERWAN HATIN BO EFRÎNÊ'

    Ebdo di derbarê îdiayên ku Tirkiyê gelek deveran bi dest xisitine de got: Îdiayên ku ASA û leşkerên Tirk gelek cihan bi dest xistine ne rast e. Hêzên Tirkiyê û ASAyê li hinek cihan 15 li hinek cihan jî 20 km dûrê Efrînê ne.
    Di dawiya axaftina xwe de Behçet Ebdo li ser rewşa sivîlan axivî. "ji ber êrişên Tirkiyê gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji ber şer gelek sivîl gundên xwe terikandin û hatin navenda Efrînê û niha gelek tengasiyan dikşînin.

    Yek ji fermandarên YPGê Roj Kobanî jî destnîşan kir ku gelek şervan ji Reqa û Dêra Zorê ji bo piştgiriya Efrînê derbasê Efrînê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
    Berdevkê AKPê: Efrîn paytexta dewleta tê plankirin e, operasyon jî ji bo wê ye
    Macron ji Erdoganî re: Efrîn jî di nav agirbestê de ye
    Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de