04:52 21 Nîsan 2018
    DAIŞ

    Ehmed: Gelek DAIŞî li Efrînê girtî ne û Tirkiye dê bibe sedem ku biçin Ewropayê

    © AFP 2018 / Maria ANTONOVA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmedê diyar kir ku hejmareke zêde ya emîrên DAIŞê ku 340 ji wan biyanî ne di girtîgehên Efrînê ne û îdîa kir ku operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê dê bibe sedem ku birevin û vegerin welatên xwe.

    Ehmedê li ser hesabê xwe yê Twitterê hejmara DAIŞiyên ku di girtîgehên Efrînê de ne û îdîa kir ku "Tirkiye dixwaze wan rizgar bike da ku wan bişînin welatên wan".

    ​Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmedê di tweeta xwe de wiha got: Hejmareke mezin a emîrên DAIŞê, 340 ji wan biyanî ne hîn di girtîgehên Efrînê de girtî ne. Tirkiye bi armanckirina Efrînê hewl dide wan xelas dike da ku wan bişîne welatên wan, Fransa, Brîtanya, Belçîka û Almanya. Berdewamkirina êrîşên ji aliyê Tirkiyeyê ve, tê wateya reva van emîran ji girtîgehan".

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî li seranserê Sûriyeyê 30 roj agirbest ragihand
    Rûsya: Em ji gefxarinên dijî hikûmeta Sûriyeyê bi fikarin
    Lavrov bi hemkarên xwe yên urdunî û alman re li ser Sûriyeyê axivî
    Brîtanya: Eger derkeve ku çekên kîmyewî bi kar anîne, em piştgiriyê didin lêdana Sûriyeyê
    Fransayê xwest ku mekanîzmeyek çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê bê danîn
    Etîketan:
    Meclisa Sûriyeya Demokratîk, DAIŞ, Îlhsam Ehmed, SÛriye, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de