05:44 22 Nîsan 2018
    Rewşa Kurdên medenî li Efrînê

    ‘150 hezar Efrînî ji ber êrîşan neçar bûne koçberî navenda bajêr bibin’

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî dijwarbûna êrîş û bombebarana artêşa Tirkiyeyê û komên piştgiriya wan dike, gund û navçeyên sînorî yên Efrînê neçar dimînin koçberî navenda bajarê Efrînê bibin.

    Hat ragihandin ku ji 20ê Çileya 2018an ve êrîşa ser Efrînê destpê kiribû ve heta niha bi dijwarbûna êrîşên topxaneyan û balafiran re bêhtirî sed hezar şêniyên gund û navçeyên sînorî koçberî navenda bajêr bûne.

    Li gor ragihandina peymanêrê Kurdistan 24ê ji Efrînê, hejmara niştecihên neçarî koçberiyê bûne û di şert û mercên giran de derbasî navenda bajarê Efrînê bûne gihîştiye bi qasî 150 hezar kesan.

    Tê driyarkirin ku herî zêde ji herêma Cindirêsê xelk koçber bûne ku di van rojên dawiyê de rastî êrîşên dijwar tê.

    Li gor jêderên herêmê, herwiha malbatên koçber dibin ji ber îhtimala talan û diziyê kelûpelên xwe jî bi xwe re dibin navenda Efrînê û li wir jî bêyî ti alîkariyeke mirovî ya dezgehên navdewletî di mercên giran de jiyana xwe berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Şirketeke almanî plan dike ku ‘otomobîlên ku dikarin bifirin' çêbike
    Ryabkov: Em hewil didin bi DYAyê bidin famkirin ku nirxandinên wê yên li ser Xûtayê şaş in
    Lîstikvaneke serxweş di dema dana xelatên Oscarê de her kes matmayî kir
    Rojnamevanên Sûrî yên piştî hevpeyvîna bi Temelli re hatibûn desteserkirin, hatin berdan
    Pûtîn ragihand bê Rûsyayê di sala 2017an de bi çiqasî çek firotine
    YPG: Raco neketiye û heta niha 60-70 endamên hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê hatine kuştin
    Etîketan:
    sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de