18:32 19 Nîsan 2018
    Efrîn operasyon

    YPG: Raco neketiye û heta niha 60-70 endamên hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê hatine kuştin

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsek Hesekê îro ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re neketine navçeya Racoyê ya li rojavayê Efrînê û got ku "şêst heta heftê endamên hêzên gelî yên girêdayî Artêşa Sûriyeyê hatine kuştin."

    Li gorî nûçeya ARTA FMê, Hesekê diyar kiriye ku navçeyên Raco, Cindirês, Şiyeyê yên li rojava û başûrê rojavaya Efrînê ji aliyê topxaneya Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re tên bombebarankirin.

    Herwiha Hesekê got ku Artêşa Tirkiyeyê hemû cûreyên çekên bipêşdeketî li dijî YPG û YPJê bi kar tîne.

    Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo daxuyaniyeke nivîskî ji Sputnik Kurdistanê re şandibû û tê de ragihandibû ku "balafirên Artêşa Tirkiyeyê navend û gundên herêmên Cindirês û Racoyê û herwih gundên şerayê bombebaran dikin û di encamê de 22 welatiyên sivîl birîndar bûne".

    "60-70 ŞERVANÊN KOMÊN GIRÊDAYÎ REJÎMÊ HATINE KUŞTIN"

    Di berdewamiyê de Hesekê got: "Ez dikarim bibêjim ku heta niha 60 heta 70 şervanên yekîneyên gelî yên girêdayî rejîma Sûriyeyê li Efrînê hatine kuştin. Mixabin heta niha rejîmê û Artêşa Sûriyeyê bersiva vê nedaye".

    Serokê Konseya Parastina Kantona Efrînê Behçet Ebdo vê sibehê ragihandibû ku "Di êrîşa artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de 48 şervanên ji hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ku ji bo parastina Efrînê hatibûn jiyana xwe ji dest dan.

    Ji aliyê din ve, Birêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî îro duşemê ragihand ku neh endamên komên çekdar ên dijberiya Sûriyeyê li gundê Mûskayê ya girêdayî Racoyê hatine kuştin.

    Balî di axftina xwe de ji heman radyoyê re gotiye ku Tirkiye û komên pê re ji çar mihweran êrîşî Racoyê dikin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    KCKê bangî cerdevanan kir: Neçin şerê Efrînê
    'Hevpeymanî ji ber şerê Efrînê baştirîn hevparê xwe yê li dijî DAIŞê ji dest dide'
    'Karwana alîkariyên mirovî ya Xaça Sor û Heyva Sor gihîşt Efrînê'
    Amerîkayê dubare got: Agirbesta Sûriyeyê Efrînê jî digire nav xwe
    Erdogan ji bo windayiyên Efrînê sersaxî xwest
    Etîketan:
    YPJ, YPG, HSD, Artêşa Tirkiyeyê, Cindirês, Şera, Tirkiye, Sûriye, Raco, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de