07:51 24 Nîsan 2018
    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

    Îlham Ehmed: Bila KENY dest ji karê xwe berde

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmedê bangî Konseya Ewlekariyê ya Netweyên Yekbûyî(KENY) kir ku bi awayekî fermî dest ji karê xwe berde.

    Ehmedê li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li helwesta NYyê li himberî operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê girtin û got: "Em bangî Konseya Ewlekariyê ya NYyê dikin ku bi awayekî fermî dest ji peyiwrên xwe berde, ji ber êdî zelal e ku biryarên wê ti kesî pabned nake û di parastina ewlekarî û îstiqrara navdewletî de ne cidî ye."

    ​Herwiha Ehmedê di tweeta xwe de got ku ""Tirkiye li biryarên Konseya Ewlekariya NYyê nayêne cî û guh nade wan."

    Konseya Ewlekariyê ya NYyê berî demekê biryara agirbestê li seranserê Sûriyeyê dabû lê Tirkiyeyê ragihandibû ku Efrîn ne di nava agirbestê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Bê merc leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin
    Lavrov hejmara beşdarên Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriye eşkere kir
    Sûriye: Rêya Serkeftinê
    Sûriye: Me wesayîtên aydî Tirkiyeyê bi dest xist
    Sûriye: Ti bihaneya Tirkiyeyê tine ne ku axa me dagir bike
    Etîketan:
    Civîna Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Îlham Ehmed, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de