06:25 21 Gulan 2018
    Rewşa li Cinderesa girêdayî kantona Efrînê piştî bombebarana balafirên artêşa tirk.

    PYD: Balafiran li Raco, Cindirês û Şerayê sivîl kirin armanc

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 0 0

    Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo daxuyaniyeke nivîskî ji Sputnik Kurdistanê re şand û tê de got ku "balafirên Artêşa Tirkiyeyê navend û gundên herêmên Cindirês û Racoyê û herwih gundên şerayê bombebaran dikin û di encamê de 22 welatiyên sivîl birîndar bûne".

    Herwiha Dîbo di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê îro sibehê navgîneke veguhestina hundirîn a diçe herêma Racoyê(durêyan gundên Birbinê) kiriye armanc û di encamê de 22 welatiyên sivîl birîndar bûne ku 4 ji wan zarok û bêtirî 15 jinan di nav wan de bûne.

    Ji aliyê din ve, medyaya nêzîkî YPGê ragihand ku "balafirên Artêşa Tirkiyeyê li navenda herêma Cindirêsê li sivîlan daye".

    Di nûçeyê de ti agahî derbarê hejmara wendahiyan de nehatiye dayîn.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji hevkariya bi Tirkiye û Çînê re yên welatên Rojava em ne bi endîşene'
    Tirkiye ji bo wergirtina vîzayê hêsankariyê ji welatiyên Kurdistanê re dike
    HDP: Tirkiye dixwaze Efrînê bêîstiqrar bike
    Kalaşnîkov: Divê Tirkiye li ser Efrînê bi kurdan û aliyên din re li hev bike û vekişe
    Tirkiye: Di mercên awarte de dibe têkilî bi Şamê re werin danîn
    Etîketan:
    Sîhanok Dîbo, Şerawa, Şera, Raco, Efrîn, Cindirês
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de