17:28 22 Nîsan 2018
    YPG - HSD Kurdên Sûriyê

    'Ji Yekîneyên Hêzên Gel mirî hene lê têkoşîna me bênavber didome'

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Konseya Parastina Kantona Efrînê Behçet Ebdo ragihand ku, "Di êrîşa artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de 48 şervanên ji hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ku ji bo parastina Efrînê hatibûn jiyana xwe ji dest dan.

    Hikmet Durgun

    Serokê Konseya Parastina Kantona Efrînê Behçet Ebdo ji Sputnikê re axivî û operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nirxand. Ebdo bilêv kir ku pevçûn bênavber didomin, em Efrînê li dijî artêşa Tirkiyeyê diparêzin û got: "Ji hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ku bo parastina Efrînê li dijî dewleta Tirkiyeyê şer dikin yên ku jiyana xwe wina kirine û brîndar bûne hene. Ji roja ku Hêzên Gel yên girêdayî Hêza Hikûmeta Sûriyeyê hatine Efrînê, di 15 rojan de 48 şervanan jiyana xwe ji dest dan."

    Serokê Konseya Parastina Kantona Efrînê Behçet Ebdo daxuyand ku di roja ewil ya hatina şervanan de 2 şervanan jiya xwe windakiribûn, 3 şervan jî birîndar bibûn. Ebdo: "4 roj berê jî li gundê Bafrana girêdayî Racoyê di êrîşa artêşa Tirkiyeyê de 9 şervanan jiya xwe winakiribûn, me şervanek jî li gundê Çemayê winda kir." Ebdo bilêv kir ku duh li gundê Kefercennayê ku berê navenda leşkerên rûsî bû şervanên Yekîneyên Hêzên Gel diman rastî êrîşa artêşa Tirkiyeyê hat. Ji ber bombebarana balafirên tirk 36 şervanan jiyana xwe winda kirin."

    Herwiha Ebdo da zanîn ku şervan li herderên Efrînê li hember êrîşa Tirkiyeyê têkoşîna xwe berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê AKPê: Efrîn paytexta dewleta tê plankirin e, operasyon jî ji bo wê ye
    Macron ji Erdoganî re: Efrîn jî di nav agirbestê de ye
    Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
    Karayilan: Daxwaza Tirkiyeyê tenê ne Efrîn e dixwaze...
    Xaça Sor a Navnetewî: Em hîn jî xwe nagihînin Efrîn û Xutaya Rojhilat
    Etîketan:
    HSD, şervan, operasyon, Efrîn, Serokê Konseya Parastina Kantona Efrînê Behçet Ebdo, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de