00:55 26 Nîsan 2018
    Putin-Esad görüşmesi

    Esad: Êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê, baweriya bi Enqereyê nepêkan dike

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî duh yekşemê destwerdanên derveyî yên li Sûriyeyê red kirin û teqez kir ku êrîşa Tirkiyeyê li ser bajarê Efrînê dihêle ku mirov nikaribe baweriya xwe bi Enqereyê bîne.

    Esad li gel alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê ji bo Karûbarên Siyasî Huseyin Cabirî Ensarî civiya û di wê civînê de got ku "di hilbijartina polîtîkaya siberojê ya têkilîdarî welatî de, gelê Sûriyeyê xwediyê biryara dawî ye.

    Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê, Esad gotiye ku "êrîşkariya Tirkiyeyê ya niha li ser Efrînê delîleke nû ye ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya êrîşkar de li ser Sûriyeyê berdewam e û herwiha careke din piştrast dike ku ne pêkan e, mirov  baweriya xwe bi vê siyasetê û kesên wê dikin bîne."

    Ji aliyê din ve, Ensarî teqez kir ku welatê wî her giringiyê dide hevahengkirin û îstîşarekirina li gel Sûriyeyê û got ku Îran dê her tiştê pêwîst bike ji bo piştgiriyê bide çareseriya siyasî li Sûriyeyê".

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Operasyona Tirkiye ya Efrînê Amerîka proveke kir
    Tirkiyeyê di warê Efrînê de bersiv da Amerîkayê
    Alîkariya mirovî bo Efrînê bi rê ket
    'Hevpeymanî ji ber şerê Efrînê baştirîn hevparê xwe yê li dijî DAIŞê ji dest dide'
    Hejmarek leşkerên Tirkiyeyê li Efrînê hatin kuştin: Birîndar birin Hatayê
    'Karwana alîkariyên mirovî ya Xaça Sor û Heyva Sor gihîşt Efrînê'
    Etîketan:
    Beşar Esad, Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de