18:45 19 Nîsan 2018
    Bajarê Efrînê

    NY: Li Efrînê agirbest tê binpêkirin

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Berpirsê Alîkariya Mirovî ya Netewên Yekbûyî Panos Moumtzis di axaftina xwe de ragihand ku nêzî 10 roj bi ser agirbesta Sûriyeyê de derbas bûn, lê hê jî agirbest bi cih nehatiye.

    Rêvebirê NYê Panos Moumtzis di axaftina xwe de got: "Hefteyek bi ser biryara agirbesta Netewên Yekbûyî re derbas bûye, lê hê jî agirbest li Sûriyê nehatiye bicîhkirin û gûmanên wan derbarê parastina bi mîlyonan sivîlan de berdewam dike."

    Panos Moumtsiz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gor raportan, Tirkiye li Efrînê yasayan binpê dike. Heta ku şer û pevçûn berdewam bikin, ew nikarin alîkariya mirovî bigihînin deverên alozî lê heye."

    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi armanca gihandina alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşan di roja 24ê Sibatê de biryara agirbestê ji bo 30 rojî li seranserî Sûriyeyê dabû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şanda jinên Kurdistanê: Ew berxwedana ku li Efrînê heye di dîrokê de nebuye
    Wezareta Tenduristiya Efrînê: 212 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê bo Efrînê daxuyanî da
    Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê di derbarê Efrînê de daxuyanî da
    Di roja 44emîn de şerê herî dijwar li Efrînê diqewime
    Yildirim: Wek herêmên Mertala Firatê, emê Efrînê jî radestê xwediyê wan yên esasî bikin
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Neteweyên Yekbûyî, Panos Moumtzis, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de