10:32 23 Nîsan 2018
    Doğu Guta

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Milîtan nahêlin ku Şam alîkariya mirovî bişîne Xutayê

    © AFP 2018 / Ammar SULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku birêveberiya Şamê hewl dide 46 kamyon alîkarî mirovî bişîne Xutaya Rojhililat, lê gulebarana korîdora mirovî ya milîtanan berdewam dike.

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad derbarê mijarê de ji rojnamegeran re axivî û got: "Me hewlda em 46 kamyon alîkariya mirovî bişînin Xutayê, lê gulebarandina korîdora mirovî ya milîtanan berdewam e."

    Miqdad eşkere kir ku dixwazin alîkariya mirovî bişînin kampa Rûkbanê ya li herêma sînorê Ûrdûnê, "Lê divê Neteweyên Yekbûyî garantiye derbarê kesên ku alîakariya mirovî bidin wan, bide."

    Xutaya Rojhilat di bin kontrola Ceyş-ul Îslam, El Nusra û Ahrar eş-Şamê de ye

    Bi heman mijarî:

    Bêhnvedana mirovî ya li Xutaya Rojhilat bi hewldana Pûtîn dest pê kir
    Peskov: Milîtanên li Xutaya Rojhilat sivîlan dîl digrin
    Xaça Sor a Navnetewî: Em hîn jî xwe nagihînin Efrîn û Xutaya Rojhilat
    Xala kontrole ya hevpar li Xutaya Rojhilat dest bi xebatên xwe kir
    Etîketan:
    mirovî, alîkarî, Faysal Miqdad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de