18:30 20 Gulan 2018
    Efrîn

    Şanda jinên Kurdistanê: Ew berxwedana ku li Efrînê heye di dîrokê de nebuye

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 20

    Bi mabesta piştgiridayîna berxwedana Efrînê ya li hember êrişên Tirkiye û komên girêdayî wan, şandeke jinên her çar perçeyên Kurdistanê berî çend rojan serdana Efrînê kir.

    Sebaret serdana wê şandê, Necîbe Umer endama şandê ku îro di rêya vegera xwe ji bo Herêma Kurdistanê, ji Sputnik Kurdistanê re axivî û raghand ku, "Bû nêzî 15 rojan dibe şanda jinên Kurdistanê serdana rojavayê Kurdistanê kir û di serdana xwe de li Koban û Efrînê hevdîtin ligel bepirsên her dû kantonan lidar xistin, herweha hin alîkariyên mirovî weku derman pêşkeşî Tendrustya Efrînê kirin."

    Necîbe Umer li ser rewşa Efrînê got: "Bi rastî Efrîn niha di qunaxeke dîrokî pir girîng û mezin de derbas dibe, jiber ku gelê Efrînê bi moraleke gelek bilind liber xwe dide û biryar wergirtye bi hemû awayî bersiv bide, gelê Efrînê biryar daye kes bo şehîdan negrî jiber ku dibêjn şehîdbûn li Efrînê mezingeheke pir pîroz û mezine û eger me Efrîn ji dest da kur û keçên me bo çi ne? Berxwedana Efrînê berxwedana jinên kurdan e ku her ro qehremanyên bê wêne li hember êrişên dagîrkera tomar dikin, li wir jin pêşenga xebat û berxwedanêye û baweriya jinê li wir baweryeke pir pir mezin û buye sedema çêkirina moraleke herî mezin bo tev gelê Efrînê."

    Necîbe Umer wiha pê de çû: "Tirkiye cudahiyê di nêvbera welatiyên sivîl û çekdar de nake û her çi ji destê wê bihê dirêxî nake, mexabin îro balefirên tirk navenda bajarê Efrînê bomberbaran kir. Li Efrînê gelek normale jiber ku bi kilîlî û diruşim û slovan xelk pêşwazya êrişan dike û hemû tiştek di nêv bazarê Efrînê de heye û tenê pêwîstya wan bi alîkarya tendrustî û piştgîyê heye."

    Şanda jinên Kurdistanê biryar wergirtiye ku serdana rojavayê Kurdistanê bi berdewamî bikin û ev dawî serdan nebe û wê raporek taybet liser rewşa mirovî li Efrînê bidin rayagiştiya Kurdistanê û cîhanê û rêxistinên taybet bi mafê mirovan û jinan.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Ez ê ji rayedarên amerîkî bipirsim hûn behsa kîjan Kurdistanê dikin
    Çapameniya tirk: Piştî 100 salan em dîsa li Raco ne
    Artêşa Sûriyê li deverên Xûtaya Rojhilat çend çeperên nû bi destxist
    Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê di derbarê Efrînê de daxuyanî da
    Etîketan:
    şande, Sputnik, Necîbe Umer, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de