05:34 22 Nîsan 2018
    Niştecîyên Efrînê ji ber bombebarana balafir û topavêjên tirk li şikeftan star dibin.

    Wezareta Tenduristiya Efrînê: 212 welatiyên sivîl hatin kuştin

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê amara qurbaniyên di encama êrîşa artêşa Tirkiyeyê li ser Efrînê ragihand ku ji destpêka ragihandina agirbestê li seranserî Sûriyê ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve, 33 welatiyên sivîl li Efrînê hatine kuştin.

    Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê Encêla Reşo îro di civîna rojnamevanî de ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyeyê li ser Efrînê di 20ê Çileya bûrî ve, heta niha 212 welatiyên sivîl hatine kuştin, ji wan 28 zarok û 25 jin in.

    Herwiha Encêla Reşo diyar kir jî, ta îro jî 621 welatiyên sivîl birîndar bûne, ji wan 76 zarok in û 82 jî jin in.

    Encêla Reşo tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya agirbestê, lê artêşa Tirkiyeyê bi hemû çekên giran êrîşî ser Efrînê dike û ji destpêka ragihandina agirbestê ve 33 welatiyên sivîl hatine kuştin.

    Encêla Reşo amaje bi wê yekê jî kir, ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê û dengên topbaran, bombebaran û firokeyan hejmarek mezin ji zarok û jinan rastî nexweşiya derûnî bûne.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Çapameniya tirk: Piştî 100 salan em dîsa li Raco ne
    Artêşa Sûriyê li deverên Xûtaya Rojhilat çend çeperên nû bi destxist
    Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê di derbarê Efrînê de daxuyanî da
    Yildirim: Wek herêmên Mertala Firatê, emê Efrînê jî radestê xwediyê wan yên esasî bikin
    Adem Geverî çûna biryargeha leşkerî ya Diyanetê pirs kiriye
    Etîketan:
    sivîl, Wezareta Tenduristî ya Efrînê, Encêla Reşo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de