21:48 25 Gulan 2018
Murat Karayilan

Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê bo Efrînê daxuyanî da

© AFP 2018 / MUSTAFA OZER
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 30

Endamê Komîteya Birêvebir ê PKKê Murat Karayilan diyar kir ku eger Tirkiye bikeve Efrînê êdî bi salan jê dernakeve û dê bixwaze xwe bigihîne Helebê jî.

Karayilan derbarê rewşa Efrînê û geşedanên dawîn ên li herêmê ji radyoyeke nêzîkî PKKê re axivî û diyar kir ku Tirkiye 40 roj in êrîşê Efrînê dike lê serkeftî nebûye.

‘DIXWAZIN KURDAN JI EFRÎNÊ DERXIN Û CÎHADÎSTAN LI WIR BICIH BIKIN'

Berpirsê PKKê daxuyaniya berpirsên Tirkiyeyê ya ku digotin, "350 hezar nîştecihên Efrînê hatine Tirkiyeyê û ew dê vegerin malên xwe" bi bîr xist û da xuyakirin, ku ji Efrînê 350 hezar kesan koç nekirine wiha pê de çû: "Eşkereye ku dixwazin kurdan ji Efrînê derbixin, Efrînê bê kurd bikin û dewsa wan cîhadîstan bicîh bikin. Ev plana tevkujiyê ye, ku berpirsên Tirkiyeyê eşkere dikin. Ji xwe hewl nadin vê plana xwe jî veşêrin."

‘WEK QIBRISÊ DÊ TIRKIYE JI EL BAB, IDLIB Û EFRÎNÊ DERNEKEVE'

Karayilan behsa egera kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve kir û got: "Eger ew li wir bicîh bibin dê çi bibe? Eger wiha be ne ji Efrînê, ne ji İdlib û Babê dernakevin û herwiha dê bixwazin xwe bigihînin Helebê jî. Herweke Qibrisê dê bixwazin bi salan li wir bimînin. Ev yek jî dê Sûriyê perçe bibe. Nexwe Suriye çavê xwe ji vê re digre û Rûsya jî rê dide."

Karayilan diyar kir; "Sebra kurdan jî heta cihekê ye. Divê hemû kes bizane, ku bijardeyên Kurdan jî hene. Eger yekparçebûna Sûriyê dixwazin, gelê Rojava ji bo vê tekoşîn kir û pêşiya vê metirsiyê girt. Wateyeke wê heye."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Artêşa Sûriyê li deverên Xûtaya Rojhilat çend çeperên nû bi destxist
Di roja 44emîn de şerê herî dijwar li Efrînê diqewime
Yildirim: Wek herêmên Mertala Firatê, emê Efrînê jî radestê xwediyê wan yên esasî bikin
Adem Geverî çûna biryargeha leşkerî ya Diyanetê pirs kiriye
'Erdogan ji ber êrîşên li dijî kurdan dikare wekî Miloseviç were dadgehkirin'
Etîketan:
şer, efrîn, PKK, Murat Karayilan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de