16:57 25 Nîsan 2018
    Leşkerên rûsî - Şam - Kampa Vafidin a penaberan

    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat derketina derve qedexe kirin

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji navenda lihevanîna aliyan a Sûriyeyê, rayederî rûsî Vladimîr Zolotuhîn ragihand ku milîtanên li herêma Xûtaya Rojhilat a girêdayî paytext Şamê, qedexeya derketina derve ji bo hemwelatiyan ragihandine.

    Zolotuhîn wiha got: "Li gor agahiyên me ji aliyê Sûriyeyê wergirtine, endamên komên çekdar ên deryasayî di demên bêhvedana mirovî de qedexeya derketina derve ragihandine. Sivîlên ku qedexeyên milîtanan binpê dikin, li pêş çavê gel têne sizadan."

    Zolotuhîn diyar kir, ji bo sivîl nikaribin ji ser korîdora mirovî ve birevin, li Xûtaya Rojhilat qedexe hatiye ragihandin.

    Hêjayî gotinê ye, piştî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariya Netweyên Yekbûyî (KENY) Rûsyayê 27ê Sibatê ji bo Xûtaya Rojhilat ‘bêhnvedana mirovî' ragihandibû.

    Bi heman mijarî:

    Putin ji Amerîkayê re got: Qalûqîl nekin, delîl nîşan bidin
    ‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’
    Şerê di navbera hirç û şêr de
    Li Stenbolê 8ê Adarê li meydana Bakirkoy tê pîrozkirin
    Celadê DAIŞê hat desteserkirin
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de