21:15 24 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê yên ASAyê

    ‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku dê hikûmeta Sûriyeyê milîtanên girêdayî komên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) yên xwe bi çek radestî artêşa Sûriyeyê bikin, efû bike.

    Li gor ragihandina ajansa fermî ya dewleta Sûriye SANAyê dê endamên ASAyê yên bi çekên xwe, xwe radest bikin di çarçoveya efûyê de werin nirxandin û bên efûkirin.

    Herwiha hat eşkerekirin ku rêveberiya Şamê beriya niha jî 150 endamên ASAyê li Minbicê efû kirine.

    Li gor nûçeya IzNewsê hatiye îdiakirin ku dê endamên ASAyê yên digel artêşa Tirkiyeyê beşdarî operasyona Efrînê dibin jî di çarçoveya efûyê de bên nirxandin û çekdarên ku bi çekên xwe teslîm bibin, dê ji yasaya efûyê sûde werbigirin.

    Bi heman mijarî:

    Doza Baydemîr hat xerakirin, 15ê Adarê ji nû ve dest pê dike
    Roja civandina kongreya YNKê tê ragihandin
    Navê çeka nû ya Rûsyayê di medya îngilîz de: Bûka Îblîs!
    ‘Çareseriya herî baş vekişîna ji Bexdayê ye’
    'Erdogan ji ber êrîşên li dijî kurdan dikare wekî Miloseviç were dadgehkirin'
    YPGê li ser kontrolkirina Racoyê daxuyanî da
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo biryara Iraqê kom dibe
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de