17:34 25 Gulan 2018
Operasyona Efrînê

YPGê li ser kontrolkirina Racoyê daxuyanî da

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Berdevkê YPGê yê li Efrînê Brûsk Hesekê daxuyaniya Tirkiyeyê ya ji bo kontrolkirina Racoyê ji aliyê artêşa tirk ve red kir û got, navçeya Racoyê ya Efrînê ji aliyê artêşa tirk ve nehatiye kontrolkirin.

Li gorî agahiyên Kurdistan24ê Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê li Efrînê Brûsk Hesekê li ser daxuyaniya rayedarên tirk yên ji bo kontrolkirina navçeya Racoyê ji aliyê artêşa tirk ve got, "Heta niha navçeya Racoyê ji aliyê artêşa tirk ve nehatiye kontrolkirin û şerê li navenda Racoyê berdewam dike."

Hêjayî gotinê ye Ajansa Anadoluyê ya dewleta Tirkiyeyê îro daxuyandibû ku navçeya Racoyê ketiye bin kontrola artêşa tirk û herwisa Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî gotibû Raco ji aliyê hêzên wan ve hatiye kontrolkirin.

Bi heman mijarî:

AA: Artêşa Tirkiyeyê navenda Racoyê kontrol kir, li derdorê şer didome
Rêveberê PYDê li Efrînê: Li Racoyê şerên giran diqewimin
Îdîaya ku 'nêzîkî 40 milîsên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê hatin kuştin'
Xwenîşandana kurdan li Berlinê li dijî operasyona Efrînê
HDPê ji bo Efrînê bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir
Etîketan:
kontrolkirin, Berdevkê YPGê yê li Efrînê, Birûsk Hesekê, Raco, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de