04:22 20 Nîsan 2018
    Leşkerê Amerîkayê li Sûriyê

    'Planeke diyar a Amerîkayê li Sûriyeyê tine lê dixwaze li bakurê rojhiatê Sûriyeyê bimîne'

    © AP Photo / Arab 24 network
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê yê berê James Jeffrey diyar kirku planeke zelal a Amerîkayê li Sûriyeyê tine lê dixwaze li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bimîne.

    Jeffrey di televizyona Al Hurrayê de axift û wiha got: "Planeke zelal ya vê birêveberiya amerîkî tine. Tiştekî ji tirkan re dibêje, li ser şerê DAIŞê disekine, li dijî Rûsyayê şer dike gava derbasî Firatê dibe. Lê nizane bê çawa qeyrana Sûriyeyê çareser bike."

    ​Dîplomarê amerîkî diyar dike ku ji bilî Rûsya û Amerîkayê, çend aliyên cuda li Sûriyeyê hene; Îran, Tirkiye û Îsraîl hî hene û wiha dewam dike: "Birêveberiya Trump dixwaze li herêmên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bimîne û binere bê dê bandoreke çawa li pêvajoya Cenevê bike. Lê eger pêvajoya Cenevê têk biçe, ti planeke zelal a Trump tine ji bo çareseriyê."

    Bi heman mijarî:

    Haaretz: Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike
    PYD: Me herêmên li Helebê radestî artêşa Sûriyeyê nekir lê me li hevdu kir
    YPG: Hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li xetên pêş bi cî dibin
    Rûsya: Dewletên rojavayî dixwazin plana Byê li Sûriyeyê bisepînin
    ‘Ji ber şer veneguhere şerê dewletan Artêşa Sûriyeyê bi fermî neket Efrînê’
    YPGê qebûl kir ku Til Rifetê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike
    Etîketan:
    James Jeffery, Sûriye, Rûsya, Îsraîl, Tirkiye, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de