13:43 21 Hezîran 2018
Muxalifên sûriyeyî - Cîhadîst

Milîtanan bi topên hawan êrişî korîdora mirovî kirin

© AP Photo / Hassan Ammar
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Li nêzî kampa penaberan a el-Vafidin a Sûriyeyê milîtanan bi topên hawan êrişî ser tekane korîdora mirovî ya di navbera Şam û Gutaya Rojhilatî de kirin.

Serpelekî artêşa Sûriyeyê ji Spûtnîkê re ragihand ku li nêzî jîngeha Dumayê mîlîtanan êrişî qereqoleke artêşa Sûriyeyê ku li ser guzergaha korîdora însanî ye kirin. Roja înê bi 36 hawanan, roja şemiyê bi 20 hawanan êrişî korîdıra mirovî kirin. Êrîşên li ser korîdora mirovî îro jî dewam kirin."

Heman serpelî diyar kir ku hêzên hikûmetê amade ne ku alîkariya hemû sivîlên ku ji herêma ku mîlîtan kontrol dikin derkevin bike, "lê milîtan bahêlin jin û zarokan ji wir derkevin, karwanên alîkariya mirovî jî nikarin biçin û bên. Milîtan zarok û jinan weke mertala zîndî bikar tînin."

Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de bangewazî kir ku divê ev biryara agirbestê li Sûriyeyê herî kêm 30 rojî tavilê têkeve meriyetê. Li gorî ragihandina Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NY Guterres biryara ji bo agirbesta 30 rojî ya li Sûriyeyê bi kêfxweşî pêşwazî kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku milîtan hêj bi topên hawan êrişî navenda Şamê û derdora wê dikin.

Bi heman mijarî:

Talabanî xwest ku Salih Muslim were berdan
Li Iraqê 16 endamên DAIŞê yên tirk hatin darvekirin
Li Misirê goristaneke 3 hezar salî ya firewnan hate dîtin
Ji Pûtîn bo Macronî û Merkelê: Operasyonên li dijî terorê ne di çarçoveya agirbestê de ne
Etîketan:
astengiya alîkariyên mirovî, korîdora însanî, êriş, Gutya Rojhilat, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de