16:41 18 Hezîran 2018
Salih Muslim

Kurê Salih Muslim li ser desteserkirina bavê xwe daxuyanî da

© AFP 2018 / Adrien Morlent
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Kurê Hevserokê berê yê Salih Muslim, Welat Muslim ya ji bo Sputnikê ragihand ku nûçeyên dibêjin ‘Salih Muslim êvara borî li Pragê hatiye desteserkirin' rast in û got, ew vê sibehê ji desteserkirina bavî wî agahdar bûne.

Hikmet Durgun

Hevserokê PYDê Salih Muslim
© AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
Welat Muslim ev tişt gotin: "Em jî vê sibehê ji çapemeniyê hîn bûn ku bavê min hatiye desteserkirin. Me bûyer ji rayedarên partiyê (PYD) pirsî, wan jî ev bûyer piştrast kir. Rayedarên partiyê gotin, Muslim şeva borî ji aliyê rayedarên Pragê hatiye desteserkirin. Em nizanin di saet çendan de hatiye desteserkirin. Em ji çend rojan carekê bi bavê min re dipeyivîn. Herî dawiyê beriya çend rojan em peyivîn. Wekî PYDê û malbata wî em hewl didin ku serbest were berdan. Em dipên ku tavilê were berdan."

Bi heman mijarî:

Salih Muslim hat binçavkirin
Salih Muslim: Em bi Şamê re diaxivin
Salih Muslim li Brukselê ji bo Efrînê civînê li dar dixe
Salih Muslim: Welatek endamê NATOyê sivîlan qetil dike
Salih Muslim: Amerîka li pişta me ye
Salih Muslim: Em niha li Efrînê şerê terorê dikin
Etîketan:
piştrast kirin, Hevserokê berê yê PYDê, Welat Muslim, Salih Muslim, Suriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de