20:47 21 Hezîran 2018
Edalet Ebdullah

Edalet Ebdullah: Tirkiye dixwaze kurd tim bindest bin

© Sputnik / Osman Başqali
Sûriye
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

'Fermandariya rojavayê kurdistanê tev hewl dan ku bi taybetî ligel welatên mezin ku van êrişan ragrin, lê hewlên wan bê encam man. Lê dawiyê bi destê rijîma Beşar Esed girtin ku ji operasyona dijî Efrînê hember dewleta tirk têbikoşin.'

Ji dema destpêkirina operasyona dijî Efrînê ya dewleta Tirkiye û çeteyên alîkarên wê re mehek zêde derbas bû lê hewlên ji bo sekinandina operasyona dijî Efrînê ya dewleta Tirkiyeyê encam nedan.

‘ARMANCA TIRKIYE BI ÊRÎŞA SER EFRÎNÊ GELEK ZELAL Û XUYAYE DIXWAZE KURDAN BIN DEST BIKE'

Biryara fermandariya rojavayê kurdistanê bo rêdana hêzên Beşar Esed ku cardin vegerin bo kantona Efrînê, şirovekarê siyasî Edalet Ebdûllah li bajarê Silêmaniyê raghand û got:"Fermandariya rojavayê kurdistanê li Efrînê di biryara xerab û ya xerabtir de, ya xerab helbijart ji ber ku tenê ew dû rê lihemberî wan hebûn. Herwiha xuyakir ku armanca Tirkiye bi êrişa ser Efrînê gelek zelal û xuyaye dixwaze kurdan bin dest bike."

Edalet Ebdullah diyar kir ku bindestkirina kurdan bo Tirkiyeyê gelekî girîng e, ya bindestê Beşar Esad bin yan jî bindestê Ereban bin, lê her wiha dixwazin kurd bindest bin.

‘TIRKIYE BAŞ DIZANE HEKE AMERÎKA Û RÛSYA LI HEMBER OPERASYONÊ BÊ DENG BIMÎNIN, CÎHAN JÎ WÊ BÊ DENG BIMÎN E'

Ebdullah wiha axivî: " Welatên mezin bitaybetî jî Amerîka piştî ku di nêvbera kurdên rojavayê kurdistanê û Tirkiye de xwe hinekî bi aliyê Tirkiyeyê de kişand, kurd neçar man, mirin û wêranbûn. Ji aliyê din ve fermandariya rojavayê kurdistanê li Efrînê di biryara xerab û ya xerabtir de, ya xerab helbijart lê ji bindestiya Tirkiyeyê çetire ku bên kuştin, wêrankarin, girtin û derkirinê de di bin desthelata Beşar Esad de baştire ku hem Îran û Rûsya jî pê xweşe.

Edalet Ebdullah ew yek raghand ku "dema şerê daişê nema ye, Tirkiye xwest xweseriya kurdan ji nav bibe, Tirkiye baş dizane heke Amerîka û Rûsya li hember êrişkirina ser Efrînê bê deng bimînin, hemû cîhan ji wê bê deng bimîn e.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
Karayilan: Daxwaza Tirkiyeyê tenê ne Efrîn e dixwaze...
Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
Etîketan:
DYA, şer, Sûriye, Efrîn, Edalet Ebdullah, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de