20:48 21 Hezîran 2018
Efrîn

Konvoyeke din ku diçû Efrînê hat bombekirin

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 03

Hat ragihandin ku konvoyeke din ku ji Qamişlo û Kobanî ber bi Efrînê ve diçû rastî êrişa balafirên şer ê Tirkiyeyê hat. Li gor çavkaniyên herêmî di karwanê ku ji Qamişlo û Kobaniyê bo Efrînê de diçû ava paqij û pêdiviyên xelkê bi xwe re dibirin.

Li gor tîma hawarçûnê ya nexweşxaneya Efrînê di bombebaranê de çend kesan canê xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar bûne. Ji ber bombebaranê, karwan negihişte cihê mebest lê hinek ji endamên wê dibêjin, ew ranawestin û pêdagir in ku bigihin Efrînê.

Yek ji kesê ku di nava karwan de bû got: "Em gihiştin da ku herin nava Efrînê. Em xelkê sivîl in û ji bo piştevaniya xelkê hatine, lê em ji aliyê firoke û topxaneyan ve hatin bombebarankirin. Kuştî û birîndarên me hene lê em rijdin ku biçin Efrînê."

Artêşa Tirkiyê jî îdîa dike ku bombebaranê karwanek kiriye armanc ku çek û teqemenî bo Efrînê vediguhastin û ji ber vê yekê hatiye bombebarankirin. Lê endamên wê karwana ku hatiye bombebarankirin zanyariyên artêşa Tirkiyê red dikin.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
Saziyên sivîl ê Mehabadê bangî NY kirin: Êrişa Efrînê rawestînin
Fermandarê milîsên Şabî: Em ê li hemberî Tirkiyeyê şer bikin
Wezareta Navxweyî ya Iraqê hişyar kir: DAIŞ amadehiya dagirkirina Kerkûkê dike
Herêma Cindirês û Şerayê bi giranî tê bombekirin
‘Em bawer in ku dê hêzên me di demeke nêzîk de aştiyê dabîn bikin û vekişin’
Etîketan:
Operasyona Efrînê, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de