19:43 24 Hezîran 2018
Xûtaya Rojhilat

'Li Gutayê hîn jî rewşek xirab heye, komên çekdar destûrê nadin ku sivîl bên tahliyekirin'

© REUTERS / Bassam Khabieh
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Herêma Rojhilatê Gutayê di çarçova hevdîtinên Astanayê de ji aliyê dewletên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê ve wek herêmek bê aramkirin hatibû hilbijartin. Navenda agirbestê a Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku milîtanên li Rojhilata Gutayê destûrê nadin ku sivîl bên tahlîyekirin û astengiyan derdixînin.

Navenda agirbestê a Rûsyayê ya li Sûriyeyê derbarê bûyerên li Gutayê de daxuyaniyek da û got, "li Rojhilatê Gutayê hîn jî rewşek xirab heye, komên çekdar li herêmên di bin kontrola wan de destûrê nadin ku sivîl bên tahliyekirin û dibin asteng. Pêdiviya gelek sivîlan ji mudaxelaya tibbî heye."

Di daxuyaniyê hat eşkerekirin ku êrîşên provakatîf yên li ser Şamê berdewam dikin û di 24 saetên dawî de ji aliyê milîtanên li Rojhilata Gutayê ve 33 mayin hatine teqadin, gelek birîndar û mirî hene. Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku koordinasyona navenda hevkarî ya Rûsya-Tirkiye û Îranê bûyerên li herêmê dişopînin.

Herêma Rojhilatê Gutayê di çarçova hevdîtinên Astanayê de ji aliyê dewletên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê ve wek herêmek bê aramkirin hatibû hilbijartin.

Bi heman mijarî:

'Herêma Rojavayê Gutayê ya Şamê ji milîtanan hat paqijkirin'
Civîna ji bo Rojhilatê Gutayê ya li KENY hat taloqkirin
Kremlin: Welatên piştgiriya terorîstan kir, berpirsyarên rewşa li Gutayê ne
Rûsyayê ji bo rewşa Rojhilatê Gutayê bangî civînê li NY kir
Peskov: Îdiayên ku Rûsyayê li Rojhilatê Gutayê bombebaran pêkaniye bêbingeh e
Etîketan:
Sûriye, Rûsya, Guta, Navenda agirbestê a Rûsyayê ya li Sûriyeyê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de