16:21 18 Hezîran 2018
FSA fighters in Afrin, Syria

Fermandarê milîsên Şabî: Em ê li hemberî Tirkiyeyê şer bikin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Fermandarê milîsên Şabî yêngirêdayî artêşa Sûriyeyê ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku em ê Efrînê biparêzin û li dijî Tirkiyeyê şer bikin.

Fermandarê milîsên Şabî yêngirêdayî artêşa Sûriyeyê ku Îran piştgiriya wan dike Mihemed El-Ferec di axaftina xwe ya K24ê de got: "Em ji bo ku Efrînê li hemberî artêşa Tirkiyeyê biparêzin hatin. Me mewziya xwe girt û em ê li dijî Tirkiyeyê şer bikin."

Mihemed El-Ferec di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di ketina bajarê Efrînê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin. Şerê me yê bi artêşa Tirkiyeyê re dest pê kir."

YPG: HÊZÊN MILÎS WÊ LI DERVEYÊ BAJÊR BIN

Herwiha berdevkê YPGê Brûsk Hesekê jî di axaftina xwe de got: "Milîsên Şabî li eniyên şer hatin bicihkirin. Ev milis wê ne li navenda bajêr wê li derveyê bajêr werin bicihkirin. Îdareya ewlehî ya bajarê Efrînê wê dîsa di destê rêvebiriya xweser de be."

 

 

Bi heman mijarî:

Sibehê li tevahiya Herêma Kurdistanê ji bo Efrînê xwepêşandan tên lidarxistin
Parlamenterê kurd yê Sûriyeyê: Tirkiye bi destûra NATOyê êrîşê Efrînê dike
‘Dibe ku Erdogan Efrînê ji Esad re bihêle û bêje ewlehiya sînor temam e'
YPG: Li Efrînê sivîl tên kuştin
Mete Yarar: Konvoyeke ku ji 40 wesayîtî pêk dihat derbasî Efrînê bû
Etîketan:
Milîsên Şabî yên Sûriyeyê, YPG, Brûsk Hesekê, Mihemed El-Ferec, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de