05:52 25 Gulan 2018
    Operasyona Efrînê - leşkerên tirk

    Parlamenterê kurd yê Sûriyeyê: Tirkiye bi destûra NATOyê êrîşê Efrînê dike

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 20

    Parlamenterê kurd yê Parlamentoya Sûriyeyê Omer Osê diyar kir ku dewleta tirk bi destûrdayîna NATO û Amerîkayê êrîşê ser Efrînê kiriye. Osê ji YPGê xwest ku bi Amerîkayê bawer neke.

    Li gorî Ajansa Farsê ya Îranê Parlamenterê kurd yê Parlamentoya Sûriyeyê Omer Osê derbarê rewşa li Efrînê de got, peymana di navbera rêveberiya Şamê û YPGê de ji bo çûna hêzên gelî yên girêdayî artêşa Sûriyeyê ya ji bo Efrînê ye.

    Osê di axaftina xwe de bal kişand ser ku li beramberî daxwaza gelê Efrînê, hêj jî ji bo çûna artêşa Sûriyeyê fermaneke fermî nehatiye ragihandin û got, "Artêşa tirk û hevkarên wê yên terorîst ev meheke operaysonê birêve dibin lê di van operasyonê li dijî Efrînê ti pêşketineke wan çênebûye."

    Omer Osê êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê û Roojava wekî ‘planeke mêtingeriyê' bi nav kir û got, "Ev biryar, biryara NATOyê ye. Tirkiye ji ber endamtiya xwe ya NATOyê û bi destura NATO û Amerîkayê êrîşê Efrînê kir."

    Osê herwisa bang li YPGê kir ku bi Amerîkayê bawer neke.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku Erdogan Efrînê ji Esad re bihêle û bêje ewlehiya sînor temam e'
    YPG: Li Efrînê sivîl tên kuştin
    'Ji aliyê meşrûiyetê ve divê Sûriye Efrînê ji Tirkiyeyê biparêze'
    HRW: Li Efrînê bergirî nayên girtin, 26 sivîl hatine kuştin
    Mete Yarar: Konvoyeke ku ji 40 wesayîtî pêk dihat derbasî Efrînê bû
    Etîketan:
    destûr, Parlamenterê kurd yê Parlamentoya Sûriyeyê, NATO, Omer Osê, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de