11:42 21 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeyê

Artêşa Sûriyeyê kontrola Til Rifet ji YPGê wergirt

© AP Photo / SANA
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Artêşa Sûriyeyê îro îniyê bajarê Til Rifetê yê çoltera bakurî ya Helebê ji YPGê teslîm wergirt.

Çavkaniyeke leşkerî ji Sputnikê re ragihand ku "Artêşa Sûriyeyê bajarê kontola Til Rifetê stend ku di bin kontrola YPGê de bû."

Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê duh ragihandibû ku Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Artêşa Sûriyeyê li hev kiriye ku bajarê Til Rifetê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike.

Çavkaniyê gotibû ku "Artêşa Sûriyeyê dê li ser daxwaza YPG di nava çend saetan de têkeve Efrînê" û destnîşan kiribû ku "YPG hinek taxên bajarê Helebê yên di konrola wan de bûn jî radestî Artêşa Sûriyeyê kiribû."

 

Bi heman mijarî:

Televizyona Sûriyeyê: Hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê di nava çend saetan de dikevin Efrînê
YPG li ser îdiayên Artêşa Sûriyeyê wê bikeve Efrînê ji Sputnikê re axivî
Çavuşoglu li ser çûna leşkerên Sûriyeyê ya ji bo Efrînê daxuyanî da
Lavrov: Li Sûriyeyê ji çar aliyên cîhanê leşkerên kirêgirtî şer dikin
Pisporê rûsî ketina Efrînê ya Artêşa Sûriyeyê nirxand
YPG: Ti rêkeftinek ji bo ketina artêşa Sûriyeyê bo Efrînê çênebûye
Etîketan:
Artêşa Sûriyeyê, YPG, Til Rifet, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de