05:50 23 Hezîran 2018
Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

YPGê li ser topbarana ser ‘karwana sivîlan’ daxuyanî da

© REUTERS / RODI SAID
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê topbarana artêşa Tirkiyeyê ya ser karwana wesayîtên diçûn piştgiriya Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya YPGê de hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê yekser sivîl kirine hedef ku "Nirxên mirovahiyê hatine binpêkirin".

YPGÊ ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR

YPGê di daxuyaniyê de wiha got: "îşev ango 22yê sibata 2018an, dema welatiyên sivîl ku ji jinan û kal û pîran ji herêma Cizîrê û Kobanê pêk dihat, gihîştin Efrînê da ku êrîşên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî şermezar bikin, balafirên şer ên artêşa tirk ew hedef girtin. Di heman demê de, artêşa tirk û komên girêdayî karwana sivîlan topbaran kir. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Birîndar niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin."

'MEBEST TIRSANDIN Û KOÇBERKIRINA GELÊ EFRÎNÊ YE'

Herwiha di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku hevdem artêşa Tirkiyeyê bajarê Efrînê daye ber topan û hat diyarkirin, ‘Mebest ew e ku tirsê bixin nav gel da ku neçarî koçberiyê bibin."

 

Bi heman mijarî:

Ji TSKê daxuyaniya topbarana karwana ku diçû Efrînê
Nebenzya: Milîtanan mizakereyên çareseriyê yên Gutaya Rojhilat têk dan
Pentagon: Haya me ji rêkeftina YPG û Şamê nîne, ew der herêmeke pir aloz e
Tirkiyê li ser biryara Hollandayê ya 'komkujiya ermenan' şermezarî da
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bersiva rayedarê îranî da: Iraq serbixwe ye
Esad û nûnerê Pûtîn li ser çareseriya siyasî civiyan
Parlamentoya Hollandayê bûyerên sala 1915an wekî 'Komkujiya Ermenan' qebûl kir
Etîketan:
Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de