20:48 21 Hezîran 2018
Efrîn

'Sivîlên ku diçûn piştgiriya Efrînê hatin topbarankirin'

© Sputnik / Mikhail Alaeddin
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 15

Hat ragihandin ku karwana wesayîtên sivîlên ku ji bo piştgiriyê bidin Efrînê derketibûn rê, li nêzîkî gundê Ziyaretê yê Efrînê hatine topbarankirin.

Li gor jêderên herêmê hat ragihandin ku êrîşa topbarana artêşa Tirkiyeyê dema karwana wesayîtan xwestiye derbasî nav Efrînê bibin, pêk hatiye û heta derengiya şevê jî berdewam kiriye.

Tê ragihandin ku hinek wesayît ji ber topbaranê şewitî ne û birîndar hene.

Li gor jêderên medya Rojava, topbaran li ser karwana sivîlan a ku ji bajarên Cizîrê, Reqayê û Kobaniyê bi rê ketibûn hatiye kirin.

Li gor zanyariyan, herî kêm 6 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyên Heleb û Efrînê.

Rojnamevan Hoşeng Hesen ku li Efrînê ye, li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsand ku 14 hemwelatiyên sivîl birîndar bûne û hemwelatiyekî ereb jî jiyana xwe ji dest daye.

'ARTÊŞA SÛRIYEYÊ BERSIVA TOPBARANA TIRKYEYÊ DA'

Medyaya nêzîkî Hizbullahê ilam el-Harbî jî li ser hesabên medya civakî êrîşa artêşa Tirkiyeyê ya ser karwana sivîlan piştrast kir û ragihand, artêşa Sûriyeyê jî bi moşekên grad bersiva topbarana artêşa Tirkiyeyê daye.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Parlamentoya Hollandayê bûyerên sala 1915an wekî 'Komkujiya Ermenan' qebûl kir
Koalîsyon li xwe mikur hat: Di operasyonan de 841 sivîl mirin
Teqîn li Hesekê: 2 endamên ewlehiyê birîndar bûne
Pêşageha hunermendê kurd Mahmut Celayir li benda hunerhezan e
Li Parlamentoya Almanyayê şerê li Efrînê hat nîqşakirin
Etîketan:
Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de