21:48 25 Gulan 2018
Êrîşa Hesekê

Teqîn li Hesekê: 2 endamên ewlehiyê birîndar bûne

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Li bajarê Hesekê yê Rojava teqînek pêk hat û hat diyarkirin ku di encamê de endamekî asayişê û polîsekî trafîkê birîndar bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê di saetên vê êvarê de li taxa Newşe ya li bajarê Hesekê yê Rojava li ser rêya Şerîayê teqînekê rûdaye.

Hat ragihandin ku sedema teqînê bombeyeke binaxkirî ye û di encama teqînê de endamekî asayişê û polîsekê trafîkê birîndar bûne.

Herwisa hat diyarkirin ku hêzên asayişa Hesekê û tîmên agirkujî û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatine sewqkirin û derdora cihê bûyerê hat dorpêçkirin. Birîndar jî ji bo dermankirinê sewqê şandin nexweşxaneyê.

Hêjayî gotinê ye ku roja 18ê Sibatê jî li bajarê Qamişloyê teqînekê rûdabû û di encama wê teqînê de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 7 kes jî birîndar bûbûn.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de