10:02 20 Nîsan 2018
    Şervana YPGê YPG = YPG

    YPG: Hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li xetên pêş bi cî dibin

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Nûrî Mehmûd îro pêncşemê ragihand ku hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê li ser xetên pêşî yên Efrînê belav bûne da ku li dijî Tirkiyeyê şer bikin.

    Li gorî nûçeya Reutersê, Mehmûdî got: "Komên girêdayî Artêşa Sûriyeyê hatin Efrînê lê hîn hejmara wan têra rawestandina dagirkeriya Tirkiyeyê nake."

    Mehmûdî got ku "divê Artêşa Sûriyeyê bi peywira xwe rabe. Em wiha dibînin ku divê Artêşa Sûriyeyê sînorên xwe biparêze."

    Îro hatibû îdîakirin ku Yekîneyên Parastina Gel hinek taxên ku li Helebê kontrol dikirin, radestî Artêşa Sûriyeyê kirin. Berdevkê YPGê ew îdîa red kirin û got, hêzên hikûmeta neketine taxên li Helebê yên di kontrola me de.

    Hatibû îdîakirin ku Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û karmendên saziyên dewletê ketine taxên Huluk, Benî Zêd, Bustan El Başa yên Helebê.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê navekî nû li hêza YPG-HSDê kir: Hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê
    'YPG dikare bersiva komên çekdar û terorîst bide'
    ​Fermandarê YPG spasiya Misirê kir
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê ji aliyê Ezazê ve jî êrişî Efrînê dike
    YPG: Artêşa tirk hêj gavek jî derbasî nav Efrînê nebûye
    Etîketan:
    YPG, Nûrî Mehmûd, Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de