02:37 28 Gulan 2018
Şahoz Hesen

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen: Tirkiye dixwaze Kurdan bi temamî ji Efrînê derbixe

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Şahoz Hesen di derbarê rewşa Efrînê de peyivî. Hesen “Tirkiye dixwaze Kurdan ji Efrînê derbixe û miletên din bike şûna wan.”

Operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê ev heyvek û du roj e didome. Rewşa li Efrînê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Şahoz Hesen bi rojnamevan Wladimir van Wilgenburg re axivî. Hesen pirsa "rewşa li Efrînê çawaye" wiha bersivand: Ji heyvek zêdetir e ku dewleta Tirkiye bi hemû hêza xwe êrişê Efrînê dike û ev êriş li ber çevê hemû dinyayê diqewime. Tirkiye dixwaze bikeve Efrînê û miletê kurd ji wir derbixe û miletên cuda bixe şûna wan.

‘DAXWAZA ME SÛRIYEK DEMOKRATÎK Û FEDERAL E'
Şahoz Hesen di berdewamiya axaftina xwe de behsa diyaloga di navbera kurdan û Rejima Sûriyê de jî kir. "Em ji destpêkê heya îro hertim ji diyalogê re amade ne. Em wek PYD daxwaziya me ‘Sûriyek demokratik û federatif e' em li ser vê şertê ji diyalogê re amade ne lê terefên din ne amade ne. Bi taybetî Tirkiye li ber vê daxwaziya me ye ji ber wê jî bi me re ket şer.

‘KES JI MENBICÊ DERNAYÊ'

Hevserok Şahoz Hesen di derbarê gefxwarinên Tirkiyê yên di derbarê Minbicê de jî wiha got: Heta ku Minbic di destê grûbên DAIŞê de bû Tirkiye tiştek ne digot. Piştî ku hêzên HSDê wir rizgar kirin, Tirkiye dest bi tehdîdan kir. Hem hêzên HSDê hem jî leşkerên Amerîkayê li wir hene. Tişta ku Tirkiye dixwaze ne mumkun e.

‘ERDOGAN JI BO ME DIBÊJE ATEÎST IN JI ALIYEK DA JÎ MIZGWFTÊN ME XERAB DIKE'
Şahoz Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku, îdeolojiya hikûmeta Erdogan îdeolojiyek şovenîst e, Erdogan bawer dike ku cardin Dewleta Osmanî vejîne. Ev polîtikayek xeter e, eger ku dunya vê qebûl bike wê DAIŞê jî qebûl bikin. Erdogan ji bo me dibêje bêdîn in ateist in. Li gelek gundên Efrînê bi topan Mizgeftên me xerab kirin.

 

Bi heman mijarî:

Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
Kiliçdaroglu: Efrîn wê bibe gola xwînê
Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
Etîketan:
Amerîka, Erdogan, efrîn, Şahoz Hesen, Kantona Efrînê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de