00:48 26 Nîsan 2018
    YPG

    HSD: Di nava şerê çend rojên dawî de hezar û 776 milîtan hatin kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 20 rojên dawî ya operasyona Bagera Cizîrê de hezar û 776 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin a Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), di nava 20 rojên dawî ya operasyona Bagera Cizîrê de li herêma El-Behra yê Dêra Zorê hezar û 776 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û bi dehan milîtan û wesayît jî hatin desteserkirin.

    HSD di daxuyaniya xwe de got: "Di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de bajarokê El-Behra ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hat rizgarkirin. Di şerê ku 20 rojan dewam kir de şervanên HSDê derbeyên giran li DAIŞê dan."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava 20 rojan de hezar û 776 milîtan hatin kuştin, 16 topên hawanê, 17 wesayît, 8 doçka, 14 wesayîtên doçka, 2 panzer, 5 Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB), 7 motorsikletên bombebarkirî, 12 wesayîtên leşkerî, obusek û gelek amûrên leşkerî ji aliyê şervanan ve hatin desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    HSD encama şerê Efrînê ya 24 saetan ragihand
    HSD: Me NHBiyeke ku Erdoganî îmze kiribû xist xwarê
    HSD: Me ne helîkopterek lê du helîkopter xistine
    'HSD jî li hemberî hemleyên Tirkiyeyê hemleyan dike'
    HSD: Li gundê Bokî 15 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Operasyona Bagera Cizîrê, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de