13:58 20 Hezîran 2018
Suriye hükümeti yanında savaşan güçler- Afrin

YPG: Hêzên artêşa Sûriyeyê şûnde venekişayane, komeke din hat Efrînê

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 20

Berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Hesekê diyar kir ku hêzên gelî yên girêdayî artêşa Sûriyeyê ketine Efrînê û li beramberî midaxeleya Tirkiyeyê şûnde venegriyane û got, îro komeke din ketiye Efrînê û li dijî ASA û artêşa tirk şer dike.

Hikmet Durgun

Tirkiyeyê îdia kiribû ku hêzên wan hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê yên ku hatine Efrînê, topbaran kirine û ew di encamatopbaranan de neçar mane ku şûnde vekişin.

‘DI ÊRÎŞA ARTÊŞA TIRK DE 2 ENDAMÊN HÊZÊN GELÎ ŞEHÎD KETIN'

Berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Hesekê di axaftina xwe ya ji bo Sputnikê ev îdia derewandin û got, "Îdiayên ku dibêjin hêzên leşkeri yên girêdayî artêşa Sûriyeyê ketine Efrînê lê li ser êrîşên Tirkiyeyê şûnde vekişiyane, ne rast in. Duhî koma mezin ya Hêzên Gelî ji bo ligel YPGê li dijî artêşa tirk û ASAyê şer bike, hat Efrînê. Gava vê komê xwest têkeve Efrînê rastî topbaranên Tirkiyeyê hat. Di encama wê êrîşê de 2 şervanên Hêzên Gelî şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn."

‘HÊZÊN HIKÛMETA SÛRIYEYÊ LIGEL YPGÊ ŞER DIKIN'

Hesekê anî ziman ku ew koma leşkeri ya girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ligel YPGê şer dike û wisa berdewam kir:

"Li beramberî êrîşê jî ew kom kete Efrînê û li kuderê şer hebe, diçe li wir ligel YPGê şer dike. Hêj jî li sengeran şer dike. Îro komeke din ya girêdayî Hêzên Gelî hat Efrînê. Bi wesayitên xwe yên giran û zirxî hatin û diçin li sengeran şer dikin. Hêzên Gelî li sengeran ligel YPGê û YPJê li dijî leşkerên tirk û ASAyê şer dikin. Îro ji wan ti kesî jiyana xwe ji dest neda û birîndar nebî."

‘BI DILDARÎ HATIN EFRÎNÊ'

Hesekê debrirî ku ew hêz bi dildarî hatine Efrînê û got, "Hêzên Gelî yên hatine, ji bo parastina axa xwe hatine. Efrîn jî perçeyekî Sûriyeyê ye. Di ser seran û ser çavên me re hatine. Her kî bixwaze li dijî Tirkiyeyê û komên bi piştgiriya wê şer bike, deriye ji wan re vekirîne."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Hêzên girêdayî Sûriyeyê li ser sînorê Efrînê bi cih bûne
Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya
Gelo ji duh û heta îro çi li Efrînê qewimî?
SANA: Hêzeke din gihişt Efrînê
‘Dibe li Efrînê şerê Îranê û Tirkiyeyê dest pê bike'
Ji her çar perçeyên ku kurd lê dijîn şandeke jinan serdana Efrînê dike
Etîketan:
hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê, Berdevkê YPGê yê li Efrînê, Brûsk Hesekê, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de