19:51 24 Hezîran 2018
Hêzên Gelî yên girêdayî Artêşa Sûriyeyê yên gihiştin Efrînê

Gelo ji duh û heta îro çi li Efrînê qewimî?

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Duh hat ragihandin ku li gel bombearana Tirkiyeyê jî hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê dest pê kir ku têkevin Efrînê. Piştî wê gelek îdîa û nûçe derbarê rastiya mijarê de derketin. Gelo rastiya rewşê çi ye?

Ev bêtirî mehekê ye ku Tirkiyeyê operasyonek li dijî Efrînê daye destpêkirin ku duh geşedaneke giring çêbû. Hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê ji bo piştgiriya YPGê li dijî Tirkiyeyê bikin ketin Efrînê. Piştî wê gelek îdîayên cuda derketin ku Tirkiyeyê ji aliyekî ve îdîa kir ku ji ber bombebarana wan, ew hêz vegeriyane Helebê lê YPGê jî îdîa kir ku ew hêz bi awayekî serkeftî ketine Efrînê.

PÊVAJOYÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?

Tê zanîn ku birêveberiya Sûriyeyê ji roja pêşî ya operasyona Efrîn ve li dijî operasyonê derdiket û YPGê jî "li ser bingehê parastina sînorên Sûriyeyê" banga piştgiriyê li Şamê kir. Lê li gel ku Şamê operasyona Tirkiyeyê wek "dagirkerî" jî bi nav dikir, yekşema borî cara yekem plana şandina yekîneyan xist meriyetê. Bedran Çiya Kurd ê ku şêwirmendiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê(Birêveberiya kurdî ya li Rojava) dike got ku hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê dê di nava du rojan de têkevin Efrînê.

Medyaya Sûriyeyê roja yekşemê ragihand ku hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê di nava çend saetan de dê têkevin Efrînê. Televizyona Sûriyeyê ragihand ku hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê dê di nav çend saetan de têkevin Efrînê.

Herwiha çavkaniyeke rûsî ya dîplomatîk a payebilind ji RTyê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê berî hefteyekê ketiye Efrînê û rêkeftin di navbera kurdan pêk were yan neyê, Artêşa Sûriyeyê niha li wê derê ye.

Piştî wê berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Hesekê ji bo Sputnikê diyar kiribû ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin û got, ew hêz ji bo alîkariya gelê Efrînê hatine.

JI KÛ KETIN EFRÎNÊ?

Efrîn ji sê aliyan ve ji aliyê Tirkiyeyê ve dorpêçkirî; li aliyê rojava, Idliba ku di çavdêriya Tirkiyeyê de ye, li bakur sînorên Tirkiyeyê yên fermî ne, ji rojhilatê herêma Mertala Firatê ye ku ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad a Tirkiye piştgiriya wê li wir in. Li başûr jî birêveberiya Sûriyeyê ye.

Televizyona Meyadînê ragihand ku ev hêz ji herêma Nubilê û Zehrayê yên bakurê Helebê hatine. Ew hêz bi alayên Sûriyeyê derbasî Efrînê bûn û televizyona Sûriyeyê zindî ew bûyer weşand. Herwiha hêzên derbas dibûn sloganên "gelê Sûriyeyê yek" bilind kir.

JI EFRÎNÊ VEKIŞIYAN?

Di dema ku ew hêz derbasî Efrînê dibûn, Tirkiyeyê ew herêma nêzîkî konveya piştgiriya YPGê topbaran kir.

​Piştî vê nûçeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser vê mijarê wiha axivî: "Îro saetên ber êvarê tevgera hêzên milîsên şîî bi pîkabên xwe ber bi Efrînê ve hatiye tesbîtkirin. Lê paşê piştî topbaranê neçar man vegerin û ew dosye jî niha bi awayekî hatiye girtin."

Lê rojnameya Al Masdarê ragihand ku endamekê wan hêzên nûçeya vekişînê red kir û diyar kir ku "wan dest ji YPGê bernedaye". Çavkaniyê got: Eger yekîneyek ji ber bombebaranê sekinîbe jî, ew rewş demkî bû."

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li londonê ye ragihand ku konvoyek ji ber bombebaranê vekişiye lê ya din gihişt Efrînê.

Herwiha Şêwirmendê Ragihandinê yê YPGê Rêzan Hido ji Sputnikê re ragihand ku hêzên gelî yên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li gel bombebarankirina Tirkiyeyê jî bi awayekî serkefî ketin Efrînê.

EW HÊZÊN HATINE KÎ NE?

Ew hêzên ku hatine Efrînê da ku piştgiriyê bidin YPG, ne leşkerên fermî yên Artêşa Sûriyeyê ne lê ew hêzên alîgir in ên ku medyaya Sûriyeyê navê "hêzên gelî" li wan dike.

Meyadînê di nûçeya xwe de ragihand ku sedem ev hêz hatine û leşkerên Artêşa Sûriyeyê ew e ku ev hêz bi heman awayî YPGê şer dikin.

GELI TI RÊKEFTIN DI NAVBERA YPG Û HIKÛMETA SÛRIYEYÊ DE ÇÊBÛ?

Li gel ku gelek îdîa hatin kirin ku hinek xal hatine belavkirin ku rêkeftinek di navbera herdu aliyan de çêbûye jî lê hîn herdu aliyan behsa ti rêkeftineke wiha nekiriye û dibêjin ku herdu jî li dijî Tirkiyeyê axa û yekîtiya Sûriyeyê diparêzin.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûdî duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hikûmeta Sûriyeyê bi erênî bersiva daxwaza YPGê da ku xwestibû, Artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bibe û beşdarî şerê li dijî Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re bibe.

Herwiha Mehmûdî diyar kir ku Hikûmeta Sûriyeyê bi erênî bersiv daye daxwaza wan û yekîneyên leşkerî şandine da ku li ser sînor bi cî bibin û beşdarî parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û sînorên wê bibin.

Bi heman mijarî:

Nexweşxaneya Efrînê hejmara sivîlên ku mirine aşkere kir
Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî
Gelê Amedê ji bo operasyona Efrînê û beşdarbûna cerdewanan çi dibêje?
'Êrişa Tirkiye ya li hemberî Efrînê li dijî yasayên azadî û mafên mirov e'
Li Efrînê êrîşa kîmyewî: 6 sivîl rakirin nexweşxaneyê, rewşa 2 kesan giran e
‘Heger Sûriye êrîş bike, dê Tirkiye hewil bide bikeve navenda bajarê Efrînê’
Merkel ji bo Efrînê hişyarî da Tirkiyê
Etîketan:
YPG, Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de