19:52 24 Hezîran 2018
ypg,pyd,hêzên kurd,şervanên kurd

General Pekin: YPGê daxwazên Şamê qebûl nekirin

© AFP 2018/ Delil Souleiman
Sûriye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 23

Generalê teqawûtbûyî û Serokê Daîreya Îstîxbarat a Sererkaniyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekin operasyona Efrînê, têkiliyên Tirkiye û Amerîka û bicihbûna hêzên girêdayî rejima Sûriyeyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Generalê teqawûtbûyî û Serokê Daîreya Îstîxbarat a Sererkaniyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekin operasyona Efrînê, têkiliyên Tirkiye û Amerîka û bicihbûna hêzên girêdayî rejima Sûriyeyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Pekin, îhtîmala ku Enqere û Washîngtonê ji bo derxistina YPGê ji Minbicê li hev kiribe heye û Tirkiye di berdewamkirina operasyonê de bi biryar e.

‘AMERÎKA LI ROJHILATÊ FIRATÊ HERÊMEK KURDÎ AVA DIKE'

Îstîxbaratvanê berê Îsmail Hakki Pekin got: "Ez nebawerim Tirkiye û Amerîka di mijara YPGê de li hev kiribe. Tirkiye bi îsrar dibeje bi YPGê re hevkariyê nekin, çekan nedin û Minbicê vala bikin. Amerîka guh nade û digel guhnedayînê dixwaze li rojhilatê Firatê rêvebiriyeke kurdî ava bike. Amerîka wê hevkariya xwe bi YPGê re bidomîne û bi hêsanî jî wan naterikîne. Digel van hemûyan jî ez bawer nakim ku Tirkiye tiştê ku xwestiye bi dest xistiye, lê îhtîmala ku Enqere û Washîngton ji bo derxistina YPGê ji Minbicê li hev kiribin heye."

‘ENQERE ÎSRAR JÎ BIKE WASHÎNGTON DAXWAZÊN WÊ BI CIH NAYÎNE'

Îsmail Hakki Pekin di axaftina xwe de got: "Em plana Amerîkayê nizanin, lê li gor dîtina min bi pêşniyareke hat Enqereyê, dê herdu welat li Minbicê şirîkatiya xwe xurt bikin, YPGê ji herêmê derxînin û wê Amerîka tevlî karê rojavayê Firatê nebe. Lê dîsa jî Tirkiye tiştên ku dixwestin bi dest nexistin ji bo ku Tirkiye bi îsrar dibêje çekan nedin û YPGê wek hêza bejayî bikar neynîn, lê Amerîka van daxwazan bi cih nayîne."

‘YPGÊ DAXWAZÊN ŞAMÊ QEBÛL NEKIRIN'

Leşkerê teqawûtbûyî Hakki Pekin di axaftina xwe de ji bo bicihbûna hêzên girêdayî rejimê li Efrînê got: "Jixwe di van çend rojên dawî de hevdîtin di navbera YPG û rêvebiriya Şamê hebû. YPGê ji Şamê daxwaz dikir ku Efrîn jî axa Sûriye û werin vêderê teslîm bigrin. Yanî em hemwelatiyên we ne evder axa Sûriyeyê ye û bi vê dixwest operasyona Tirkiyeyê asteng bike. Li beramberî vê jî Şamê digot çekan xwe deynin, çekên ku li sivîlan hatine belavkirin berhev bikin, çekên giran teslîmî me bikin û ciwanên ji 18 salî mezintir bila tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Hevdîtinên herdu aliyan di vê çarçoveyê de bûn, lê YPGê daxwaza Şamê ya çekdanînê qebûl nekir lewma artêşa Sûriyeyê çûna Efrînê rawestand."

‘FERMANDARÊN HÊZÊN KU DIXWESTIN TÊKEVIN EFRÎNÊ ÎRANÎ NE'

Pekin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îranê bi guvaşan xwest hêzên paramîlîter ên Şahbiye ku ji şîiyen Sûriyeyê pêk tên û fermandarên wan îranî ne têxe Efrînê. Tirkiye bi top û hawanan êrişî vê hêzê kir û qimekî wan paşde çûn. Li gor zanînên min hêzeke zêde wê neketibe nava Efrîne. Armanca çûna vê hêzê jî astengkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê ye. Wê bandoreke mezin a vê hêzê ji bo operasyonê çênebe çimkî Tirkiye bi biryar e. Ji aliyê din ve Îran nahêle Tirkiye têkeve herêmê. Rûsya jî dixwaze Tirkiye bi Esad re dest bi hevdîtinên rasterast bike. Lê her çi dibe Tirkiye ji bo têkeve herêmê bi biryar e û di vê mijarê de hevdîtinên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re didomîne."

OPERASYONA TIRKIYEYÊ DEWAM DIKE AN DISEKINE?

General Pekin di dawiya axaftina xwe de ji bo berdewamiya operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê got: "Berdewamiya operasyonê hinekî jî bi armancan ve girêdayî ye. Eger ji bo alîkariya YPGê têkevin bajêr wê operasyon dewam bike, lê heke ji bo derxistina YPGê ji herêmê mimkin e. Artêşa Sûriyeyê ketina Efrînê red kir, lê dibe ev hêzên paramîlîter têkevin herêmê. Eger ew jî bi YPGê re şer bikin pirsgirêk tineye, lê heke ji bo piştgiriyê herin Tirkiye wê operasyona dewam bike."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

YPGê derbarê derbasbûna Artêşa Sûriyeyê bo Efrînê de daxuyaniyek da
Berdevkê YPGê yê Efrînê: Hêzên artêşa Sûriyeyê ketin Efrînê
Serokomariya Tirkiyeyê li ser îdiaya ‘lihevkirina Esad û YPGê' daxuyaniyek da
CHP: Helwesta Amerîkayê ya li hemberî YPGê dikare bibe sedema perçebûna Sûriyeyê
Parlementerê Sûrî: Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê çekan dide YPGê
Nevzad Çiçek: Di mijara YPGê de lihevhatin di navbera Tirkiye û Amerîkayê de çênabe
Etîketan:
Opersyona Efrînê, Îsmaîl Hakki Pekin, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de