13:45 21 Hezîran 2018
Efrîn operasyon

Kalaşnîkov: Divê Tirkiye li ser Efrînê bi kurdan û aliyên din re li hev bike û vekişe

© REUTERS / Osman Orsal
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Serokê Komîteya Koma Dewletên Serbixwe li Dumaya jêrîn a Parlamentoya Rûsyayê Leonid Kalaşnîkov, derbarê rewşa Efrînê de ji medya rûsî re axivî.

Kalaşnîkov bi bîr xist ku pêwîste Tirkiye li ser mijara Efrînê bi hemû aliyên têkildar re li hev bike û ger wisa neke jî dê rê li ber parçebûna Sûriyeyê vebe.

'HEMLEYA RAST LIHEVKIRINA BI KURDAN Û ALIYÊN DIN RE YE'

Parlamentarê rûsî got, "Diyare ku tirk bi hinceta ewlekariya sînor ketine Efrînê. Ger bi kurdan û aliyên din re li hev bikin û vekişin, ev dê hemleyeke rast be ji bo wan. Ev dê bihêle ku Sûriye wek dewleteke netewî bê parastin."

'OPERASYON BERDEWAM BIKE DÊ JI PARÇEKIRINA SÛRIYEYÊ RE BIBE HINCET'

Kalaşnîkov di berdewamê de bal kişand ser berdewama operasyona Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Berevajî vê yekê, di serî de wê ji bo amerîkiyan û komên bixwazin pirsa kurd bikar bînin û welat parçe bikin re jî hincet çêbibin."

 

Bi heman mijarî:

Parlamentera berê ya Batmanê şandin girtîgeha Amedê
Li Sûriyê êrîşî navenda çavderiya agirbestê ya Rûsyayê kirin
‘Hêzên hikûmeta Sûriyeyê digel topbaranê jî ketin Efrînê’
Ji Neteweyên Yekbûyî banga Efrînê: Divê dawî li operasyonê were
Ebadî: Me ji bo balafirgehan li ser hebûna karmend û hêzên kurdî li hev kir
Zimanzan Geyik: Li hin deveran kurd nivzimanî mane
Etîketan:
Efrîn, Sûriye, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de