15:39 22 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeyê

    ‘Hêzên hikûmeta Sûriyeyê digel topbaranê jî ketin Efrînê’

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Hat piştrastkirin ku digel topbarana artêşa Tirkiyeyê jî hêzên girêdayî artêşa hikûmeta Sûriyeyê ketine Efrînê.

    Li gor ragihandina çavkaniyên herêmê, hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên piştî lihevkirina bi YPGê re 20ê Sibatê derbasî Efrînê bûne, digel êrîş û topbarana artêşa Tirkiyeyê jî gihîştine nav bajarê Efrînê.

    Di dîmenên medya civakî de jî hat xuyakirin ku 2 bombe dema derbasbûna karwana leşkerî ya hêzên hikûmeta Sûriyeyê dikevin, lê ew dîsa jî ber bi Efrînê ve çûna xwe berdewam dikin.

    Herwiha di dîmenan de tê bihîstin ku dema hêzên Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin, diruşmên ‘gelê Sûriyeyê yek e' diqîrin û dibêjin, ew ji Efrînê dernakevin.

    Berdevkê YPGê li Efrînê Brûsk Hesekê jî ji Spûtnîkê re ragihandibû ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê ketine Efrînê.

    Herwiha televizyona dewletê ya Sûriyeyê jî dîmenên bi sedan hêzên girêdayî hikûmetê yên derbasbûna nav Efrînê weşandin.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî van nûçeyan dabû xuyakirin ku piştî topbarana artêşa Tirkiyeyê ew hêzên xwestine biçin Efrînê vegeriyan e û ev mijar jî wisa bi encam bûye.

    Bi heman mijarî:

    Ji Neteweyên Yekbûyî banga Efrînê: Divê dawî li operasyonê were
    Ebadî: Me ji bo balafirgehan li ser hebûna karmend û hêzên kurdî li hev kir
    Zimanzan Geyik: Li hin deveran kurd nivzimanî mane
    Serokomarê Lubnanê piştî rûxana Sedam cara yekem serdana Iraqê kir
    Nivîskarê navdar Emerîkê Serdar koça dawî kir
    Erdogan bo hêzên çûne Efrînê: Bi topbaranê re neçar man vegeriyan
    Li Rûsyayê ji bo balyozxaneya Tirkiyeyê pakêteke biguman hat şandin
    Etîketan:
    Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de