05:16 23 Hezîran 2018
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd

YPGê derbarê derbasbûna Artêşa Sûriyeyê bo Efrînê de daxuyaniyek da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 100

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûdî bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê bi erênî bersiva daxwaza YPGê da ku xwestibû, Artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bibe û beşdarî şerê li dijî Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re bibe.

Piştî mehekê ji şerê Efrînê, yekîneyên me bangî Hikûmeta Sûriyeyê û artêşa wê kir û da ku bi peywira xwe rabe û beşdarî parastina Efrînê û sînorên wê bibe.

Berdevkê YPGê diyar kir ku Hikûmeta Sûriyeyê bi erênî bersiv daye daxwaza wan û yekîneyên leşkerî şandine da ku li ser sînor bi cî bibin û beşdarî parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û sînorên wê bibin.

Îro Berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Hesekê ji Spûtnîkê re ragihandibû ku hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bûne.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Generalê tirk: Operasyona Efrînê sekiniye
PYDKS: Artêşa Suriyeyê jî sibe vedigere Efrînê
YPG li ser îdiayên Artêşa Sûriyeyê wê bikeve Efrînê ji Sputnikê re axivî
Heyva Sor a Kurd raporteke qurbaniyên jin ên Efrînê weşand
Erdogan ji Pûtînî re: Sûriye têkeve Efrînê, encamên wê dê hebin
Parlamenterê rûsî: Ger Sûriye têkeve Efrînê rageşî wê zêdetir bibe
Etîketan:
YPG, Brûsk Hesekê, Nûrî Mehmûd, Sûriye, Tirkiye, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de