20:48 21 Hezîran 2018
Efrîn

Berdevkê YPGê yê Efrînê: Hêzên artêşa Sûriyeyê ketin Efrînê

© AFP 2018 / George OURFALIA
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 40

Berdevkê YPGê yê Efrînê Brusk Hesekê diyar kir ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî nav Efrînê dibin.

Hikmet Durgun

Berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Hesekê ji bo Sputnikê diyar kir ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin û got, ew hêz ji bo alîkariya gelê Efrînê hatine.

Hesekê anî ziman ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê hatine Efrînê û wisa axivî: "Îdiayên dibêjin artêşa Sûriyeyê ketiye Efrînê, rast in. Hêza leşkeri ya girêdayî artêşa Sûriyeyê ji bo li cem YPGê cih bigire û li dijî leşkerên Tirk û ASAyê şer bike, îro hate Efrînê. Ez hêz ji bo alîkariya gelê Efrînê û parastinê hatiye. Em niha nikarin hejmara leşkerên hatine, diyar bikin. Ev mijareke leşkerî ye."Tê zanîn ku ev çend roj in dihat îdiakirin ku artêşa Sûriyeyê dê derbasî Efrînê bibe.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê El Exbariye duhî di nûçeyeke xwe de gotibû, "Hêzên Gel (milîsên alîgir yên hikûmetê) din ava çend saetan de dê bikevin Efrînê."

Fermandarê YPGê yê li Efrînê Rojhat Roj jî ji bo Sputnikê got, koma girêdayî artêşa Sûriyeyê ya hat Efrînê, ji Helebê bi çekên giran hatiye

 

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Pûtîn rewşa li Efrînê bi endamên Komîteya Ewlehiya Rûsyayê re axivî
HDP: Tirkiye dixwaze Efrînê bêîstiqrar bike
'Divê Rûsya ji bo Efrînê gavên dîplomatîk biavêje'
Li Efrînê şerê dijwar: Milîsek hat kuştin û 12 jî birîndar bûn
Etîketan:
hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê, Berdevkê YPGê yê li Efrînê, Brûsk Hesekê, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de