Li gorî Kurdistan 24ê, Ehmed li ser rêkeftina muhtemel a derbasbûna Artêşa Sûriyeyê bo bajarê Efrînê got: “Efrîn axa Sûriyeyê ye û pêwîstiya wê bi parastinê heye. Normal e, li hember balafirên Tirkiyeyê sîstema berevaniyê ya Sûriyeyê bê bikaranîn.”
Îlham Ehmed diyar kir jî, heta niha artêşa Sûriyê bi erkê xwe ranebûye, ji ber ku hikûmeta Sûriyê dizane ku artêşa Tirkiyê têkeve Efrînê, dê rewşeke xirab çêbibe.
Hevseroka MSDê diyar kir ku danûstendin di navbera wan û Hikûmeta Sûriyeyê de berdewam dikin û wiha berdewam kir: Em bawer dikin ku encam dê jê derkevin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)