17:28 20 Nîsan 2018
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karayilan: Daxwaza Tirkiyeyê tenê ne Efrîn e dixwaze...

    © AP Photo / YAHYA AHMED
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ragihand ku armanca Tirkiyeyê ne tenê Efrînê, dixwaze şoreşa Rojava hemû ji holê rake. Ango di avakirina Sûriya nû de kurdên Rojavayê Kurdistanê statu negirin e.

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji televîzyona nêzî PKKê re axivî û armanca operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nirxand û diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê dewama komployê ye û niha berxwedaneke bêhempa li Efrînê tê dayîn.

    ‘ARMANC HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN JI HOLÊ RAKE'

    Karayilan wiha pê de çû: "Tirkiye armanca xwe hîn fireh kiriye. Armanc tenê ne Efrîn e; dixwaze Şoreşa Rojava hemû ji holê rake. Ango di avakirina Sûriya nû de kurdên Rojavayê Kurdistanê statu negirin. Ji bo vê lazime komployê lidar bixe. ger vê pêk bîne, vê carê wê bixwazibe statuya li Başûrê Kurdistanê jî yan ji holê rake, yan jî tengav bike. Ango dewleta Tirkiyê, konsepta nû bi rê xist û dixwaze di mîhwera vê konseptê de weke Komploya Navdewletî nûjen bike armanca wan ev e; hemû destkeftiyên kurdan ji holê rake. Ji bo ku bikaribe bi rastî siyaseta xwe ya qirkirinê bi ser bixe, niha ev ji bo xwe kiriye armanc."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    "Artêşa Sûriyeyê berî hefteyekê ketiye Efrînê"
    Senatorê rûsî: Îdîayên ku Amerîka dibêje Rûsya hêza xwe zêde dike ne rast in
    Heyva Sor a Kurd: Duh li gundê Basûtê zarokek hat kuştin û 7 birîndar bûn
    MSD: Artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê jî em dest ji ne-navendîtiyê bernadin
    Erdogan: Kesên şemaqa osmanî meraq dikin bila werin Efrînê
    Etîketan:
    operasyon, armanc, PKK, Murat Karayilan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de