15:31 21 Gulan 2018
    Efrîn

    "Artêşa Sûriyeyê berî hefteyekê ketiye Efrînê"

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 01

    Çavkaniyeke rûsî ya dîplomatîk a payebilind ragihand ku Artêşa Sûriyeyê berî hefteyekê ketiye Efrînê û rêkeftin di navbera kurdan pêk were yan neyê, Artêşa Sûriyeyê niha li wê derê ye.

    Mihayil Bogdanov
    © Sputnik / Владимир Трефилов
    Li gorî nûçeya Russia Today ya erebî, çavkaniyê diyar kiriye ku "yekîneyên Artêşa Sûriyeyê berî 7 rojan ketiye Efrînê.

    Şêwirmendê Ragihandinê yê YPGê Rêzan Hido di 16ê vê mehê de ragihand ku kurd dê hinek herêmên Efrînê radestî Artêşa Sûriyeyê bikin.

    Lê paşê medyayê ragihandibû ku herdu hîn jî negihiştine rêkeftinekê.

    Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî duh li ser nûçeya derbasbûna Efrînê ya artêşa Sûriyeyê ragihandibû, wan daxwaza parastina yekparçeyîya xaka Sûriyeyê ji artêşa Sûriyeyê kiriye, lê ti rêkeftinek di navbera wan de çênebûye.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Tenê 12 kîlometre mane ku Efrîn û Kobanî bigihêjin hev
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    Artêşa tirk li Efrîn û Qereçoxê dide YPGê jî bersiv dide
    Artêşa Tirk Efrîn FMê bombebaran kir weşana radyoyê sekinî
    'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
    Etîketan:
    YPG, Rêzan Hido, Tirkiye, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de