17:44 25 Gulan 2018
Rewşa Kurdên medenî li Efrînê

Heyva Sor a Kurd: Duh li gundê Basûtê zarokek hat kuştin û 7 birîndar bûn

© Sputnik / Mikhail Alaeddin
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 0 0

Heyva Sor a Kurd li Efrînê raportek weşand û ragihand ku "di encama êrîşa Artêşa Tirkiyeyê li ser gundê Basûtê yê navçeya Şerawayê de ji heman malbatê zarokek hatiye kuştin û 7 zarokên din birîndar bûne.

Li gorî raportê, zaroka bi navê Heva Ehmed Kilaho ya 13 salî di êrîşê de hatiye kuştin.

Herwiha ji heman malbatê 7 zarokên din jî birîndar bûne ku temenê wan di navbera 6 û 14 salan de ye di wan êrîşan de birîndar bûne.

Di heman raportê de hat diyarkirin ku zilamekî ji heman malbatê ku temenê wî 42 salî ye birîndar bûye.

Ji aliyê din ve, raportê diyar kir ku welatiyekî ku hewl dide ji ber bombebarana Artêşa Tirkiyeyê bireve, qezayeke trafîkê kiriye û birîndar bûye.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Tenê 12 kîlometre mane ku Efrîn û Kobanî bigihêjin hev
Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
YPG li Helebê bi pêş de diçe: Hindik ma rêya Efrîn û Helebê vebe
Artêşa Tirk Efrîn FMê bombebaran kir weşana radyoyê sekinî
Etîketan:
Heva Ehmed Kilaho, Basûte, Şerawa, Efrîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de