19:42 24 Hezîran 2018
Efrînê-xwepêşandan- jinên Efrînê

MSD: Artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê jî em dest ji ne-navendîtiyê bernadin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 10

Hevserokê Meclisa Sûriyeyê Demokratîk(MSD) Riyad Derar diyar kir ku kurd li herêmên xwe pergala ne-navendî dixwazin û eger Artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê jî dest jê bernadin.

Hevserokê Meclisa Sûriyeyê Demokratîk(MSD) Riyad Derar duh bi Sputnikê re axift û got ku ji destpêka operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li ser Efrînê, her hat xwestin ku Hikûmeta Sûriyeyê rola xwe bilîze û sînorên welatî biparêze û got: Pêwîstî tine ku hemû hêzên sûrî werin lê wek Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdadî gotibû, tenê pêwîstî bi parastina hewayî heye."

Derarî got ku "meseleya lihevkirineke siyasî û birêveberî di navbera kurdan û Hikûmeta Sûriyeyê de ne di rojevê de ye, ji ber dewlet dizane ku kurd ne wek dijberiya din in û dê qebûl nekin ku destwerdan di karûbarên wan ên sivîl û birêvebirinê de were kirin. Kurd pergaleke nenavendî dixwazin."

"EZMÛNA CEZÎRÊ DIKARE LI EFRÎNÊ JÎ PÊK WERE"

Hevserokê MSDê bal kişand ser herêm Cezirê ya Rojava û got: "Ezmûneke heye ku îsbat dike ku saziy^ne dewletê dixebitin û ti tehde li wan nayê. Heman tişt dikare li Efrînê jî çêbibe."

Derarî got ku "parastina me ya hevpar parastina projeya Sûriyeya nû ye."

Herwiha hevserokê MSDê teqez kir ku kurd dê bersivên erênî bidin hemû helwestên erênî yên Hikûmeta Sûriyeyê ku kurd dixwazin rêkeftin û lihevkirinan bi dewleta Sûriyeyê re peyda bikin û kêşeyên heyî çareser bikin.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Akademisyenê kurd: Tirkiye dixwaze kurdên Sûriyeyê ji yên Tirkiyeyê qut bike
Rûsya: Kurd beşekî ji Sûriyeyê ne û divê beşdarî pêvajoya aştiyê bibin
Kiliçdaroglu: ‘Erdogan çek şandin Sûriyeyê'
‘Îdiayên ku bi sedan hemwelatiyên rûs li Sûriyeyê mirine derew e'
Etîketan:
Meclisa Sûriyeyê Demokratîk, Riyad Derar, Cezîrê, Rojav, Sûriye, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de