10:15 23 Nîsan 2018
    Idlib Xan Şêxûn Sûriye

    Aktorekî nû derket ser qada Sûriyeyê: Eniya Rizgarkirina Sûriyeyê

    Ammar Abdullah
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 01

    Medyaya erebî ragihand ku aktorekî nû bi navê "Cebhet Tehrîr Sûriye"(Eniya Rizgarkirina Sûriyeyê) li Sûriyeyê derketiye ku ji yekbûna koma bi navê Ehrar Eşamê" û "Zengî" pêk hatiye.

    Li gorî agahiyan, Serokê Ehrar Eşamê, Hesen Sefwan bûye serokê Eniya Rizgarkirina Sûriyeyê û Fermandarê Giştî yê Nûredîn Zengî Tewfîq Şehabedîn jî bû alîkarê wî.

    Malpereke nûçeyan a rûsî jî ragihand ku "ev aktorê nû yê ku li Sûriyeyê derketiye amadekariyê dike li ser çend eniyan şer bike."

    Tê payîn ku ev koma nû li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê şer bike û di heman demê de jî li dijî reqîbên xwe yên komên çekdar jî şer bike.

    Hêjayî gotinê ye, Idlib yek ji berbiçavtirîn herêmên Ehrar Eşam û Zengî ye ku niha Artêşa Hikûmeta Sûriyeyê li wir operasyonan pêk tîne û ew kom jî ji bo di ber xwe de bidin, hewl didin li hev bikin.

    Bi heman mijarî:

    Tillerson: Îran li Sûriye û Iraqê xwediyê roleke xerabkirinê ye
    Pentagonê hejmara dawî ya leşkerên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
    Nûnerê taybet ê NYyê li Sûriyeyê: Heye ku Sûriye perçe bibe
    Sûriye bi destê Çînê tê ava kirin, Tirkiye di projeyan de tuneye
    Sûriye: Bê merc leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin
    Lavrov hejmara beşdarên Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriye eşkere kir
    Sûriye: Rêya Serkeftinê
    Etîketan:
    Zengî, Ehrar Eşam, Hesen Sefwan, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de